Li Amedê nobet 48 roj in didome: Divê girtiyên nexweş bên berdan

  • 14:45 2 Çile 2022
  • Rojane
AMED - "Nobeta Edaletê" ya ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin ve di roja xwe ya 48'an de berdewam dike. Malbatan daxwazên xwe nûkirin û gotin ew ê nobeta xwe heya dawî bidin berdewam kirin.
 
“Nobeta Edaletê” ya ji aliyê malbatên girtiyên nexweş, girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan ku li Baroya Amedê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 48'an de berdewam dike.
 
Li ser navê malbatên girtiyan jî Feyziye Kolakan axivî û got: "Her ku diçe tecrîda li ser girtiyan zêde dibe. Bi taybetî ji girtiyên nexweş ji ve yeke bandor dibin. Girtî bi hincetên nepen di hucreyên ku şert û mercên wê yên xirab de dimînin. Ev ji tendirustiya wan xirabtir dike. Em dubara daxwazen xwe nûdikin û dibêjin pêwîste demildest girtiyên nexweş werin berdan."