Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê

  • 12:01 2 Çile 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar 300 roj in çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomînin. Malbata Şenyaşar diyar kir ku edaleta ku lê digerin wê di sala 2022’yan de bê.
 
Di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana kargehan kiribûn û di dema serdana keargeha mala Şenyaşarê de êriş biribûn ser mala Şenyaşar ê. Di vê êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildizê AKP'î êrişên xwe li nexweşxaneyê jî domandibûn û li vira Celal û Adil Şenyaşarê bi giranî birîndar kuştibûn. Bav Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşarê hatibû lînçkirin û kuştin. 
 
Emîne Şenyaşar, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, ji 9'ê Adarê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobedê dike. Çalakî 300 roj in didome. Ji ber dawiya hefteyê ye Emîne Şenyaşar li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe didomîne. Ferît Şenyaşar jî ji bo beşdarî forûma Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) ya li ser “Heke em li dijî xizanî, kedxwarî, bêkariyê bibin yek, em ê serbikevin” li Stenbolê ye. 
 
Malbatê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 300’emîn de li Stenbolê berdewam dike. Em ê îro tevlî foruma ku BMG bi dirûşmeya HEQ! HIQÛQ! EDALET! li dar dixe bibin. Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê.”