ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN

  • 09:00 2 Çile 2022
  • Rojev
 
* Li hemberî binpêkirina mafên girtiyan şêniyên Amedê banga hestiyariyê kirin û gotin: "Li hemberî kurdan zilmek heye û bi taybetî jî li girtîgehan ev zilm derketiya ast herî jor. Divê li hemberê ve zilmê li dervê têkoşînek bê dayîn û pêwiste em bibin dengê girtiyan." BI DÎMEN 
 
* Şêniyên Enqerê derbarê sala nû de nêrînên xwe anîn ziman û gotin bila sala nû bibe saleke azad. Şêniyan diyar kir ku ew dixwazin di welatekî  adîlene de bijîn û her wiha xwestin aborî baş bibe. BI DÎMEN 
 
*Sêvê Demîr jî wekî Pakîze û Fatma li Silopiyayê hat qetilkirin, dayika wê Sakîne Demîr, anî ziman ku keça wê her tim li dijî zilmê bûye û ji bo Gelê Kurd di nav têkoşînê de bû ye û got: "Em ê jî têkoşîna wê bidomînin." BI DÎMEN 
 
* Çapemeniya alîgirê desthilatdariyê di 2021’ê de jî ji bo rastî û heqîqetê ji civakê veşêre serî li her rê da. MEDYA KRÎTÎK
 
* Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin ve li Baroya Amedê nobeta edaletê di roja xwe ya 48'emin de berdewam dike (13.00 - 16.00) BI DÎMEN