Nobeda Sêmalka: Heta wergirtina cenazeyan dê çalakî bidome

  • 16:56 1 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobedê ya ku Meclîsa Malbatên Şehîdan li Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin di roja 89'an de berdewam dike. Îro endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê hatin serdanê û gotin: "Girtina deriyên sînor dê wan ji têkoşînê ji dûr nexe û çalakî dê heta wergirtina cenazeyan bidome”   
 
Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, cenaze nadin malbatên wan. 
  
Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG'iyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi nobedê kirine. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakiya nobedê ya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin di roja 89'an de berdewam dike. 
 
Meşa ciwanên bi dirûşma “Werin cenga rûmetê” ji Qamişloyê dest pê kir û di 15'ê kanûnê de gihaşt dergeha Sêmalkayê. Ciwanên gihaştin Sêmalkayê bi êrişa hêzên PDK’ê ve rûbirû man. Hêzên PDK’ê li hemberî ciwanan gaz bi kar anî û gule berdan hewa. Di encama êrîşê de 2 jê giran 15 ciwan birîndar bibûn. Her wiha di 16’ê kanûnê de jî hêzên PDK’ê deriyê sînor a Sêmalka û Deriyê Sînor ê El Welîd li ser Rojavayê Kurdistanê girt. 
 
Tevahiya rojê ji bo çalakiya nobedê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye destpêkirin serdanên piştgiriyê tên kirin, ber bi deriyê sînor ve meşên girseyî tên lidarxistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin û nobedê digirin. Dayikan diyar kirin ku heta cenaze neyên wergirtin dê çalakiya xwe bidomînin.
 
Îro jî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê berê xwe da konê çalakiyê yê li deriye sînor ê Sêmalkayê. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê şêniyên bajarokê Girbawî ve hatin pêşwazîkirin
 
Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silava El-Rifaî diyar kir ku 89 roj di ser çalakiya wan re derbas bûne, lê hîna jî PDK daxwazên çalakvanan red dike. Silava El-Rifaî got: "Em ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan, çalakiya xwe bidomînin. Girtina deriyên sînor dê wan ji têkoşînê ji dûr nexe û çalakî dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidome.