Aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok birin Girtîgeha Bunyanê

  • 16:15 1 Çile 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok a ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê de girtî bû, sewqê girtîgeha Jinan a Xerpêtê nehatiye kirin, ew birinê Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê. 
 
Piştî ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef girt şûnde di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin û ji van 20 kes hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê. Ji kesên ku hatin girtin 3 kesên ku di nav wan aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok jî hebû duh hat diyar kirin sirgunî Girtîgeha Xerpêtê hatiye kirin, lê derket holê ku Sumeyye sewqê Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hatiye kirin.