'Nobeta Edaletê' ya Amedê di roja 47’emîn de berdewam dike

  • 14:00 1 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin li Amedê di roja 47’yemîn de didome. Malbatan banga piştgiriyê û hestiyariyê kirin.  
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 47’yemîn de berdewam dike. Ji destpêkê de heya niha gelek rêxistin, saziyên sîvîl û partiyên siyasî serdana malbatan kirin. Di serdanan de banga pêkanîna edalet hatin kirin. Îro jî malbatên girtiyan hatin serdana nobetê. 
 
Malbatan di serdanê de behsa armanca nobetê kirin, daxwazên xwe anîn ziman û bangewaziya piştevaniyê kirin.