Li Mexmûrê pîrozbahiya sala nû ya zarokan

  • 12:14 1 Çile 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Zarokên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, duh danê êvarê daketin qadan û mal bi mal geriyan û sala nû pîroz kirin. 
 
Ligel êriş, dorpêç û ambargoyê zarokên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), danê êvarê li kolanan pêşwaziya sala nû kirin. Bi cilên rengîn li kolanên Mexmûrê mal bi mal geriyan û hêviya xwe ya sala nû anîn ziman. 
 
Zarokên Mexmûrê di gera xwe ya malan de gotin: "Serê salê binê salê Xwedê xweşiyê bide vê malê..."