ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'AN

  • 09:00 1 Çile 2022
  • Rojev
 
 
*Di rastiya xwe de hîmê bingehîn ê têkoşîn û berxwedana wargehê jin û dayik in. Civaka wargehê di pêşengtiya jin û dayikan de derxist holê ku jin û dayikên rêxistinkirî, di azadiyê de bi israr bin dikarin xwe, civaka xwe û nirxê xwe bi parêzin. Di pêşentiya jin û dayikan de xwedî li pêngavê hat derketin, çalakî hatin lidarxistin û li hember tevahî êrişan sekneke berxwedêr û tekoşer derket holê.JI PÊNÛSA JINAN
 
*Bi ser qetilkirina jinên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Silopiyayê re 6 sal derbas bûn. Piştî qetlîamê ku ji bo dîtina kiryaran qet lêpirsîneke bi bandor nehate kirin. Xizm û hevalên Sêvê, Pakîze û Fatma ji bo pêşî li qetlîamên bi vî rengî bên girtin berxwedan û têkoşîna wan girtin ser milê xwe.  BI DÎMEN 
 
*Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz balkişand ser piştevanî û xwedîderketina  doza Denîzê û got divê ev piştevanî di rûuniştinên din de jî berdewam bike. Fehîmeyê wiha dirêjî dayê: “Hiqûq û maf bi gel diqede. Ger ku ev gel rabe ser piyan wê edaleta mezin pêk bê.”