'Nobeta Edaletê' di roja 25'emîn de ye

  • 16:42 31 Kanûn 2021
  • Rojane
WAN -'Nobeta Edaletê' ya malbatên girtiyan di roja dawî ya salê de berdewam kir. Kesên ku çûn serdana nobetê peyama piştevaniyê dan.
 
Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, neberdana  girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin li Wanê 'Nobeta Edaletê' ku ji aliyê malbatên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 25'emîn de berdewam dike. Nobeta ku li Baroya Wanê tê girtin, partiyên siyasî, Rêxistina Saziyên Sivîl (STO), komeleyên jinan û welatî her roj diçin serdana wê û dibêjin bila girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye betalkirin bên berdan.
 
Îroa serdana nobetê ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Servê û welatiyan ve hat kirin. Kesên ku çûn serdanê careke din piştevaniya xwe ya bi çalakiyê re ragihandin û gotin ku heta girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye betalkirin bên berdan ew ê li gel malbatan bin.