Aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok hat sirgûnkirin
- 14:54 31 Kanûn 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok a ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê de girtî bû, sewkê girtîgeha Jinan a Xerpêtê hat kirin.
Piştî ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef girt şûnde di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin û ji van 20 kes hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê. Ji kesên ku hatin girtin 3 kesên ku di nav wan aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok jî hebû îro surgunî Girtîgeha Girtî ya Xerpêtê hatinkirin.
Her wiha endamê Meclîsa Ciwanên a HDP’ê Mîraç Dînç şandin Girtîgeha Tîpa F ya Xerpêtê, endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyê Abdullah Kaç jî şandin Girtîgeha Tîpa T ya xerpêtê.