Înfaza Hurriyet Dogan a qediyaye hat taloqkirin
- 14:46 31 Kanûn 2021
- Rojane
ÎZMÎR - Înfaza Hurriyet Dogan a di Girtîgeha Şakranê de tê girtin 10 rojî hat taloqkirin. Hurriyetê da zanîn ku înfaza wê qediyaye lê belê poşmantî lê tê ferzkirin û cezayê wê bi zaneyî tê dirêjkirin.
Înfaza Hurriyet Dogan a di Girtîgeha Şakranê de tê girtin 10 rojî hat taloqkirin. Hurriyetê da zanîn ku înfaza wê qediyaye lê belê poşmantî lê tê ferzkirin û cezayê wê bi zaneyî tê dirêjkirin.
Ferzkirina poşmantiyê
Hurriyetê di hevdîtina kir de da zanîn poşmantî lê hatiye ferzkirin û got ji bo ez 10 mehên din jî di girtîgehê de bimînim hincetan ava dikin û got ew ê li dijî biryarê îtiraz bikin.
Înfaza Hurriyeta girtî di 2006'an de bi hinceta beşdariya greva birçîbûnê cezayê hucreyê li Hurriyetê hatibû birîn.