Ji HDP'ê peyama sala nû

  • 14:43 31 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Hevserokên HDP'ê peyamek ji bo sala nû weşandin û gotin: "Di sala 2022'yan de em ê hevgirtina hêzên demokrasî, aştî, ked, azadî û wekheviyê xurt bikin, ji bo pêkanîna daxwazên edalet û azadiyê yên gelan, em ê karê xwe bi daxwazeke mezin dewam bikin."
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo sala nû peyamek weşandin.
 
Di peyamê de wiha hat gotin: "Em saleke ku bi berxwedana li dijî zilmê li pey xwe dihêlin. Bi hêvî û bayê guherînê em dest bi sala nû dikin. Em bi biryar in ku Komareke Demokratîk ava bikin ku demokrasî, aştî û azadî lê serwer e. 
 
Di sala 2022'yan de em ê hevgirtina hêzên demokrasî, aştî, ked, azadî û wekheviyê xurt bikin, ji bo pêkanîna daxwazên edalet û azadiyê yên gelan, em ê karê xwe bi daxwazeke mezin dewam bikin. Li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ku welat ber bi zinarekî ve biriye, bi hişmendiya pêwîstiya bi mezinkirin û avakirina têkoşîna demokratîk a hevpar em ê tevbigerin û 2022'yan li ser vê bingehê bikin sala rizgariya ji bloka desthilatdariyê."