SOHR: Di sala 2021'ê de zêdetirî 3 hezar û 800 kes hatin kuştin

  • 14:38 31 Kanûn 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî SOHR, di sala 2021'an de 3 hezar û 885 kes mirine, di nav de 383 zarok hene.
 
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di sala 2021'an de 3 hezar û 882 kes hatin kuştin, di nav de hezar û 558 sivîl, 383 zarok û 193 jin in. Ligel qanûn û peymanên navneteweyî, kuştin û wêrankirin li Sûriyeyê berdewam dikin.
 
SOHR'ê ragihandibû ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, di encama şer de derdora 389 hezar kes hatin kuştin, jê 117 hezar sivîl in, 22 hezar zarok û 14 hezar jin in.