Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn

  • 14:24 31 Kanûn 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Deniz Poyraz a ku ger nehatiba qetilkirin dê îro biketa 39 saliya xwe di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
 
Di 17'ê Hezîranê de nîjadperest Onur Gencer êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmirê kir û Deniz Poyraz kuşt. Malbata Denizê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê û gelek kes beşdarî bibîranînê bûn û kulîlk danîn ser gora Denizê. Di bibîranînê de dayika Denizê, Fehime Poyraz û Hevseroka HDP'ê yê Îzmîrê Besriye Tekgur mafê axaftinê girtin. 
 
'Em ê têkoşîna Denizê bidin meşandin'
 
Besriyeyê da zanîn ku di doza komkujiyê de tê xwestin ku wekî kujer bi tena serê xwe Denizê qetil kiribe bê nîşandan lê belê qetilkirina Denizê bi destên hêzên di hundur de dewletê hat kirin. Besriyeyê got:" Denizê îro nehatibaya qetilkirin dê 39 salî ba. Wekî her rojê em ê îro jî sozê bidin. Em ê Denizê di hemû dilan de bidin jiyîn. Deniz tu rehet rakeve em ê têkoşîna te bidin meşandin. Em ê aştiyê ji gelê kurd û tirk re bînin. Di sala nû de em bextewarî û hiqûqê hêvî dikin. Em wekî jin ji Denizê re dibêjin bila dilê te rehet be tu rehet razê."
 
'Ez serhildana li girtîgehan û li derve pîroz dikim'
 
Dayika Aştiyê Fehime Poyraz jî da zanîn Denizê keça kurd e û wiha got:"Tenê neheqî li Denizê nehat kirin, cegera dayikan dişewite û bi dijwarî li berxwe didin. Ez serhildana li girtîgehan û li derve pîroz dikim. Denizek li vir radikeve lê bi hezaran Deniz çêdibin. Deniz rojbûna te pîroz be. Te çi kiribe bila ji te re helal be."
 
Piştî jinan kulîlk danîn ser gora Denizê şûnde bibîranîn bi dawî bû.