Daxuyaniya MEBYA-DER'ê hate astengkirin

  • 14:13 31 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Daxuyaniya MEBYA-DER’ê ya ku ji bo bale bikşîne ser êrîşên li cinazeyan û binpêkirina mafan li girtîgehan hate asteng kirin.
 
Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), têkildarî êrîşên li dijî cinazeyan û binpêkirina mafan a li girtîgehan xwest li parka Koşûyolê daxuyaniyek bide. Lê bele daxuyaniya MEBYA-DER’ê ji hêla polîsan ve hate astengkirin.
 
Parka Koşûyolê ji hlê polîsan ve hate dorpêç kirin û ewlehiyek mezin hate girtin. Bêrîya daxuyaniyê demek dirêj di navbera andam û rêberên MEBYA-DER û polîsan de niqaş hate kirin. Lê tevî nîqaşan polîsan endam û rêveber xistin bin dorpêçê û axaftina wan hate astengkirin.
 
Her wiha nûçegihanên ku xwestin dîmenên astengkirinê bikşînin jî ji hela polîsan ve hatin astengkirin. Girse demek dirêj di bin dorpêçê de ma û piştre belav bû.