298 roj in 'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar didome

  • 13:59 31 Kanûn 2021
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar 298 roj in têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, malbatê îro ev peyam da: “Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav.”
 
Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê hezîraan 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, ji 9'ê Adarê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobedê dike. Çalakî îro di roja 298'an de ye. Malabata Şenyaşar careke din hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir.
  
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 298’emîn de berdewam dike. Têkoşîna me di rojeva Tirkiyeyê de ye. Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav.”