ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 31 Kanûn 2021
  • Rojev
 
*Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongreya Star, Rûken Ehmed girîngiya kar û xebatên dîplomasiyê nirxand. Rûkenê wiha got:"Wek Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk em dixwazin destkeftiyên jinan ên ku me bi dest xistiye bikin malê tevahî jinan da ku em bikaribin bi hev re bi pergala netewa demokratîk re di nava civakê de guhertinê çêbikin." DÎMEN HEYE
 
*Her kes ji binpêkirin û şîdeta krîza kapîtalîzmê heta astekê para xwe digire. Her cureyê rêbaza demokratîk bi zextê re tê rû hev, xizanî giran dibe, şîdet zêde dibe, atomosfer her diçe jehrî dibe û jiyana ligel hev, piştevanî tê kişandin û bandorê li ser jiyana her kesî dike. Lê yên herî zêde her tim dibin hedef heman kom in; yên îtîrazê binpêkirina nû ya Neolîberalîzmê dikin e, yên jiyana wekhev daxwaz dike ne. Ji van koman îro piranî bi dengekî bilind li eniya pêş cih negirtin jî piraniya serjimarê ew ava dikin. Lê yên herî zêde bi şîdet û binpêkirina krîza kapîtalîzmê re tên rû hev jin in. Ev krîz herî zêde bandorê di bedena jinê de dide hîskirin. NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Ber bi dawîbûna sala 2021'ê ve me berê xwe da kolanên Amedê û mîqrefona xwe dirêjî jinan kir ku derbarê salê de nêrînên xwe bi me re parve bikin. Jinan diyar kirin ku tu hêviya wan ji vê hikûmetê nema ye û ew desthilatdariyeke bi vî rengî nema dixwazin. DÎMEN HEYE
 
*Gulfer Yendîm ya di temenê biçûk de hat zewicandin û şîdeta sîstematîk lê hat kirin wha got: “Yekane poşmanya min, ev e; ji bo destberdanê dereng mam.” Gulferê got zarokekî wê jiyana xwe ji dest daye yek jî nexweşê gurçikan e û  di xaniyekî prefabrîk de têkoşîna jiyanê dide û li bendê piştevaniyê ye. DÎMEN HEYE