Baroya Amedê rapora xwe ya têkildarê girtîgehan de parvekir

  • 15:06 30 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Baroya Amedê têkildarê binpêkirinên mafan ên LI girtîgehan pêk tên rapora xwe ya sala 2021’ê parvekir.
 
Baroya Amedê têkildarê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de rapora xwe ya sala 2021'ê bi daxuyaniya ku li otela New Gardin ê da bi çapemeniyê re parvekir. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Gîzem Mîran  ve hate xwendin.
 
Gîzem di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku girtîgeh yek ji cihên ku herî zêde binpêkirinên mafan li wan tên jiyîne û got bi zêdebûna hejmara girtiyan re jî ev her ku diçe zêdetir dibe. Gîzem wiha berdewam kir: “ Muduryeta Girîgehan ya Giştî di meha borî de bi daneyên ku parvekiribûn re gotibû ku bi giştî 295 hezar û 754 girtî hene. Li gorî daxuyaniyên hatine dayîn jî em fêmdikin ku li beramberî zêdebûna girtiyan wê jimara girtîgehan zêde bikin. Li her derê girtîgehan çêdikin û li dijî girtinê tu pêşniyarên din nayên kirin. Binpêkirinên mafan, îşkence û nêzîkatiyên şkandina vîna kesan her ku diçe zêde dibin. Her çiqasî ku pêkhate û komeleyên sivîl têkildarê van binpêkirinên mafan de parvekirin kiribin jî di aliyê çareseriyê de gavek nehatiye avêtin.”
 
‘Weke baro em daxwaza çareseriyê dikin’
 
Gîzem di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser kesên ku herî zêde ji van binpêkirinan bandor dibin û wiha axivî: “Li gorî qanûnên girtîgehê yên navneteweyî û Tirkiyeyê jî pêwîste kesên ku nikarin pêdiviyên xwe yên kesane û jiyanî pêk bînin,  infaza wan were taloqkirin. Lewra bi hezaran zarok, jin, LGBT+ yî û girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Têkildarê van binpêkirinên mafan hin malbatên girtiyên siyasî li baroya me di nobetê de ne. Me weke baro serdana girtîgehan kir û me jî rewşa heyî gav bi gav bi raya giştî re parve kir. Ev rewş berdewam e û em ji daxwaza çareseriyê dikin. Ji bo vê ji em ê tim amade bin.”