28 girtiyên jin 3 roj in di greva birçîbûnê de ne

  • 13:08 30 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - 28 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan 3 roj in di greva birçîbûnê de nin. 
 
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, 28 girtiyan diyar kir ku tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin, lêgerîn bi rengê serdegirtinê pêk tên, bi hincetên vala cezayên tecrîdê li girtiyan tê birîn, ewlehiya canê girtiyên ku li hucreyên yekkesî tên girtin nemaye û gef li wan tên xwarin. Girtiyan, mirinên di demên dawîn de yên li girtîgehan bi bîr xistin û ragihandin ku li dijî van pêkanînan di 27'ê kanûnê de ji bo 3 roj in ketine greva birçîbûnê.