Panaroma jinan a 2021’ê: Serhildan, berxwedan, têkoşîn

  • 09:01 30 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Nişmiye Guler
 
STENBOL - Di 2021’ê de jin li her qadê di bin êrîşa mêr-dewlet-darazê de bûn û li dijî vê jinan sala xwe bi berxwedanê derbas kirin.
 
Sala 2021’ê ji bo jinan bi têkoşînê derbas bû. Ji siyasetê bigirin heta qada civakî, ji aboriyê heta darazê, ji perwerdeyê heta çandê, heta girtîgehan jiyana jinê bû hedefa dewlet-mêr. Lê jinan bi bexwedanê peyam dan wan. 
 
Me panaromaya têkoşîn û berxwedana jinan a 2021’ê kom kir.
 
Meha ewil a salê: Ji bo Sakîne, Sêvê, Ayşe û Gulîstanê jin li qadan bûn
 
Di meha çile de jinan hêrsa xwe di çalakiyan de nîşan dan û parastina cewherî di rojevê de bû. Jin di rojên ewil ên salê de ji bo Gulîstan Doku li qadan bûn. Dewletê ev tehemul nekir, li Enqereyê polîsan li 18 jinan dan, binçav kirin.
 
Her wiha jinan ji bo siyasetmedarên kurd ên di 9’ê çileyê ya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, her wiha ji bo sê siyasetmedarên jin ên di 4’ê Çileya 2016’an de li Sîlopiyê hatin qetilkirin, Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li kolanan bûn û hêrs û bertekên xwe anîn ziman.
 
Di rojên ewil ên salê de hat daxuyandin ku wê zanîngehên jinan bên çêkirin. Bêguman bersiveke jinan a ji bo vê hebû. Jinan li dijî vê pêngava desthilatdariyê çalakiyên xwe bi rêxistin kirin.
 
Li navçeya Doşemealti ya Antalyayê jina bi navê Melek Îpek ji aliyê Ramazan Îpek ê pê re zewicandî ve hat îşkencekirin. Melekê li dijî wî parastina cewherî pêk anî û kuşt. Piştî Melek hat girtin hêrsa jinan bilind bû û ji bo berdana wê daketin kolanan.
 
Platforma Ji bo Wekheviya Jinê, li dijî komkujiyên jinan ketin tevgerê û di dawiya meha Çileyê de kampanyaya ‘kuştinên jinan-qirkirina zayendî’ dan destpêkirin.
 
Di serê meha Çileyê de rojnamegerên jin bi NûJINHA ya ava kirin diyar kirin ku li dijî zimanê serdest ê mêr ê çapemeniya alîgir şer dane destpêkirin. NûJINHA bi pêşengiya Weqfa Çanda Çapemeniya Jinan a Siwêdê îro dest bi jiyanê kir.
 
Di meha çileyê de der barê berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hat vekirin û biryara girtina wê hat dayîn. Roja din Ayşe hat binçavkirin. Jin li dijî vê daketin kolanê û gotin divê Ayşe demildest bê berdan.
 
Di meha Çile de girtiya bi navê Garîbe Gezer li girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê li dijî binpêkirina mafan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hucreya tê de bû da ber agir û çalakiya şermezarkirinê pêk anî.
 
Di meha Çile de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Hevberdevka Komîsyona Karê Derve Feleknas Ucan, li ser navê Koma Çep a Yekbuyî, wek sêyemîn cigîra Komîsyoan Wekhevî û Jinê ya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê hat hilbijartin.
 
Endam Sendîkaya Karkerên Metal û Otomotîvê (TOMÎS) Dîlbent Turker ku bi hinceta koda 29 ji kar hat avêtin, li ber fabrîkaya Sînbo ya li Haramîdereyê konê berxwedanê vegirt û çalakiya wê hîna didome.
 
Sibat: xwendekar, akademîsyen, siyasetmedar di hedefê de bûn
 
Di meha sibatê de desthilatdariyê li dijî berxwedana xwendekaran polîtîkayên zextê xist jiyanê. Serokomarê AKP’ê Erdogan qeyûm Melîh Bulu tayînê Zanîngeha Bogazîçîyê kir û Kuluba Namzet a Xebatên LGBTÎ ya li zaningehê xebat dimeşand girt. Erdogan Prof. Dr. Ayşe Bugra ya li zanîngehê peywirdar bû hedef girt. Hevpîşeyên Ayşeyê bi gotinên ‘Ji ber em hevpîşeyên te ne em serbilind in’ piştgirî danê.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di meha sibatê de tevî astengiya polîsan start dan kampanyaya ‘Ji bo jinan edelet’. Ber bi dawiya meha sibatê ve rêxistinên jinan starta xebatên 8’ê Adarê dan. Bi pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Stenbolê bi dirûşma ‘Em ê azadiya xwe bi dest bixin’ dest bi xebatên 8’ê Adarê hat kirin. TJA’yê starta 8’ê Adarê li Sêrtê da.
 
Di meha sibatê de Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li dijî tecrîda Îmraliyê dest bi hevdîtinên dîplomasiyê kirin.
 
Her wiha di meha sibatê de yek ji rojevên girîng, îşkenceya lêgerîna tazî ya li girtîgehan û binçavan de bû. Xwendekarên berxwedana Bogazîçî û jin li Aydinê hatin binçavkirin û diyar kirin ku di bin çavan de lêgerîn tazî li wan hatine ferzkirin.
 
Di meha Sibatê de piştî operasyona Garê ku dewlet tê de têk çû şûnde, wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ji bo têkçûnê veşêre  Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr hedef girt û lêpirsîn dan destpêkirin. 
 
Di meha sibatê de li seroka baskên jinan a CHP’ê ya Aydinê Ayşe Ozdemîr, ku çalakiya Las Tesîs pêk anîbû, bi îdiaya heqeret li serokomar kiriye 11 meh û 20 roj ceza lê hat birîn. Seroka Giştî ya Baskê Jinan a CHP’ê Aylîn Nazlikaya jî bertek nîşanê biryarê da.
 
Odeya Tabîban a Amedê (DTO) di çarçoveya bernameyên  14’ê Adarê Hefteya Tibê de ‘Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê’ da Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê parêzer Eren Keskîn.
 
Adar: Dema azadiya jinê
 
Meha adarê gelek bi tevger derbas bû û jinan li dijî êrîşan got ‘dema azadiya jina ye.’ 8’ê Adarê li her çar alî welat bi coşek mezin derbas bû. Meş, çalakî li her derê pêk hatin. Li bajarên kurdan jî bernameyên 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Em li dijî qirkirina jinê,  jiyanê li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin’ pêk hatin. Peymana Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan jî têkoşîna jinên kurd nîşan dida.
 
Di meha Adarê de her wiha li dijî bêdadiya li welat, li kolanan edelet hat xwestin. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û kurên wê beriya hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahî Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi kurê xwe re li ber edliyeya Rihayê di 9’ê Adarê de dest bi çalakiya runiştinê kir. Çalakî hîna didome.
 
Jinên tevlî Meşa Şevê ya Femînîst a li Stenbolê bûn, bi îdiaya ‘heqeret li serokomar kirine’ hatin binçavkirin û bi şerta kontrola edlî hatin berdan.
 
Di şeva 20’ê Adarê de bi biryara serokomar Tayyîp Erdogan, Peymana Stenbolê hat feshkirin. Jinan li dijî vê xwe bersiva xwe dereng nexistin û li her çar alî Tirkiyeyê daketin kolanan. Jinên biryar nas nekirin  ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Bilind dan. 
 
Her wiha di meha Adarê de yek ji bûyerên din a balkêş darizandina Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta xizmên xwe dipirsîn û dixwestin gumanbar bên darizandin bû.
 
Di meha Adarê de 20’emîn rûniştina doza der barê berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan de hat dîtin. Ayşeyê xwest bi zimanê dayikê parastina xwe bike lê heyeta dadgehê red kir. Ayşeyê parastina xwe nekir û protesto kir.
 
Nîsan: Berxwedan li her derê bû
 
Jinan di meha Nîsanê de li dijî feshkirina peymanê, kolan terk nekirin. EŞÎK  kampanya xwe ya ‘Meclîs peywira xwe bike, em dişopînin’ gihand astek nû û her parlamenterek ji nêz ve girtin bin şopandinê, di mijara mafê jinan de dest bi amadekirina raporan kirin.
Mêran tehemulê hewldanên jinan nekirin. Tevî vê jinan li her derê pankart daliqandin.
 
Di meha Nîsanê de amadehiyên 1’ê Gulanê jî dest pê kirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanyaya ‘ji xizaniya jinê re na’ starta wê li Îzmîrê da. Bi vê kampanyayê li her derê welat bi jinên kedkar re hatin gel hev û rapor amade kirin.
 
Li hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal û 6 meh ceza hat birîn û biryara girtina wê hat dayîn.
 
Doza Kobanê ya ku 17 siyasetmedarên jin jê dihatin darizandin hat dîtin. Lê doz hîna bi encam nebûye.
 
Di meha Nîsanê de daraza mêr li Melek Hidir ku li dijî  zavayê xwe Suat Vural ku tecawiza sîstematîk lê kiribû, parastina cewherî pêk anî û kuşt, 13 sal û 8 meh ceza lê birî.
 
Fona Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) daxuyand ku lîstika Hazal Kaya Sefîra Niyeta Baş a nû ya Tirkiyeyê hatiye hilbijartin. Di vê mehê de berxwedana jinan a ji bo ekolojiyê jî rû da.
 
Gulan: Jin dest ji Peymanê bernadin
 
Jinan di vê mehê de jî ji bo Peymana Stenbolê dest ji qadan bernedan.
 
Di 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê de jinên kedkar li dijî patron û desthilatdariyê daketin qadan. Di vê çarçoveyê de Sirûda Koro Mor a 1’ê Gulanê bi çar zimanan hat gotin û klîb hat kişandin.
 
Berdevkê Wezareta Karê Hundir di civîna agahdarkirina mehan de neçar ma bêje di meha nîsanê de 17 jin hatin qetilkirin. Vê hejmarê jî mafdarbûna jinan derxist holê.
 
Di vê meha ku Peymana Stenbolê ketibû sala xwe ya 10’emîn, jinan li ser çapemeniya civakî bertekên xwe bi çalakiyan anîn ziman.
 
Jinan her wiha di vê mehê de li dijî biryarên daraza mêr li berxwe dan. Di 34’emîn sala ‘Meşa Jinan a li Dijî Lêdanê’ de jin li Parka Yogurtçu hatin gel hev. 
 
Di meha Gulanê de doza Kobanê berdewam kir. Çalakiya Dayikên Şemiyê ku bi salan e  ji bo windayan têdikoşin ket sala 26’emîn. Daraza mêr di vê mehê de jî li dijî jinan biryar dan. Der barê hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi hinceta gotiye ‘Birêz Ocalan’ îdianame hat amadekirin.
 
Xelata Rûmetê ya 2021’ê ya Clara Zetkîn îsal dan siyasetmedara Kurd Gulten Kişanak. Kampanyaya Meclîsa Jinan a HDP’ê ‘ji xizaniya jinê re na’ di meha gulanê de jî berdewam kir.
 
Hezîran: Ji Zîlan heta Denîzan hêrsa jinan li her derê bû
 
Di meha hezîranê de hêrs û serhildana jinan mezin bû. 
 
Lîstikvan Ezgî Mola bi hinceta heqeret li çawîşê pispor Musa Orhan ku li Êlihê tecawizê Îpek Er kiribû û piştre Îpekê întîxar kiribû û jiyana xwe ji dest dabû, kiriye ji alyê 31’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Enqereyê ve bi daxwaza  2 sal û 4 meh ceza doz hat vekirin. Piştgiriyên ji bo Ezgiyê mezin bûn û li dijî biryarên darazê carek din deng bilind bû. 
 
Daraz bi doza li Ezgî vekirine jî bi sînor nema. Dadgeha Îstînaf jî 22 sal û 3 meh cezayê li hevseroka KCD’ê Leyla Guven birîn erê kir.
 
Bûyera herî mezin a meha hezîranê de pêk hat, êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz bû. Denîz li ber çavan hat qetilkirin û vê jî nîşan da ku komkujî organîzekirî ye. Lê gumanbar Onur Gencer hat parastin û xwestin serê bûyerê bigirin.
 
Piştî qetilkirina Denîzê bi hezaran jin daketin kolanan û polîtîkayên desthilatdariyê protesto kirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku piştî ku kujer Onur Gencer, Denîz qetil kiriye, îşkene lê kiriye.
 
Di meha hezîranê de  çalakiyên ji bo Peymana Stenbolê berdewam kirin. Rêxistinên girseya demokratîk di meha hezîranê de ‘Konferansa Demokrasiyê’ pêk anîn. Komeleya Dema Jinê jî bi dirûşma ‘ev sedsal sedsala jinê ye’ Yekemîn Lijneya Giştî ya Asayî pêk anî û diyariyê Denîz Poyraz kirin.
 
Ji ber ku jin xwedî li Denîz Poyraz derketin, daraz nerehet bû û jinên li Mêrdînê tevlî çalakiyê bûbûn, gazî îfadeyê kirin. Ji ber HDP’a Çanakaleyê der barê qetikirina Denîz Poyraz de pankart daliqandibûn, li du rêveberên wê lêpirsîn hat vekirin. Li Wanê ji aliyê Walîtiyê ve pankartên Platforma Jinan a Wanê ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ hatin rakirin. Du roj mabû ku Peymana Stenbolê ji meriyetê rabe, Dadgeha Bilind daxwaza ‘bila biryara feshê bê rakirin’ red kir.
 
Yek ji sembola têkoşîna azadiya jinan Zeynep Kinaci (Zîlan) li gelek bajarî hat bibîranîn.
 
Tîrmeh: Barîkat rastî berxwedana jinan hat
 
Li her çar alî welat jin li dijî biryara feshkirina Peymanê daketin kolanan. Jin li qadan bi astengiya polîsan re hatin rû hev. Lê hêrs û serhildana jinan hemû barîkat xera kirin.
 
Jin piştî 1’ê Tîrmehê daketin kolanan û gotin ‘ji bo me neqedyaye’ û carek din nîşan dan ku ew li dijî biryarê serî natewînin.
 
Di vê mehê de jî darazê li dijî berxwedana jinan, mêrên gumanbar parastin. Hêrsa li dijî qetilkirina Denîz Poyraz di vê mehê de jî bilind bû.  Hêzên Ked û Demokrasiyê li Îzmîrê mîtînga ‘Ji bo demokrasiyê bîhne’ pêk anîn.
 
Jinên bi pêşengiya TJA’yê çûn Zozanên Mêrgên Sotî ya li Şirnexê, bi berîvanan re hatin gel hev û  balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
 
Tebax: Jin aştiyê diparêzin
 
Di meha Tebaxê de jin li dijî kuştinên jinan ên li ser hev pê hatin daketin kolanan. Jinan li dijî polîtîkayên desthilatdariyê jî berxwedan û gelek caran bi zext û astengiyên polîsan re hatin rû hev.
 
Di meha Tebaxê de salvegera komkujiya DAIŞ’ê ya li hember Şengalê bû. Ji ber vê jin li gelek bajaran daketin kolanan û piştgirî dan jinên Êzidî û kesên hatine qetilkirin jî bi bîr anîn.
 
Pîrebokên Kampusê li dijî polîtîkayên dijminê jinê yên desthilatdariyê li Kadikoyê çalakî pêk anîn.
 
Jinan di dawiya meha Tebaxê de dest bi amadekariyên 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê kirin.
 
Îlon: Dema azadiya jinê
 
Di meha îlonê de jî daraza mêr-dewletê êrîşê jinan kir. Jinan li dijî vê gotin ‘dema azadiya jinê ye’.
 
Bêtehemuliya mêr li dijî cenaza dayika berdevka demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan jî berdewam kir. Bi hinceta ewlehiyê nehiştin Ayşe tevlî şînê bibin û pişt re jî li şûna bibin ser gorê birin mala xizmekî wê. 
 
Her wiha siyasetmedar Aysel Tugluk ku di girtîghê de ye û nexweşa giran e, ATK’ê biryara ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da.  Cil û bergên hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî bi hinceta ‘rengên parçekirinê ne’ ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehat dayîn.
 
Jinan di meha îlonê de bi dirûşma ‘dema azadiya jinê ye’ li her derê çalakî pêk anîn.
 
Cotmeh: Li her derê êrîş
 
Di meha cotmehê de jî dewleta mêr bi hemû argumanan êrîşê jinan kir. Di serê meha cotmehê de Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn ya Antalyayê pêk hat. Lîstikvan Nîhal Yalçin ku hêjayî xeleta ‘Lîstikvana herî baş a jin’ hat dîtin, di axaftina xwe de balkişand ser Peymana Stenbolê. Lê lîstikvan Tamer Karadagli, bi tevgerek balkêş, axaftin birî û xelat dirêjî Nîhalê kir.