ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 30 Kanûn 2021
  • Rojev
 
*Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bertek nîşanî hikûmeta Iraqê ya ku di 27'ê mijdarê de hewlda ku dora wargehê bi têlan dorpêç bike û gotin: "Eger me bindestî qebûl bikira, me gundê xwe terk nedikir. Hikûmetên Tirkiye, Iraq û Hewlêrê çi dikin bila bikin em tu carî serî li ber wan natewînin." BI DÎMEN 
 
*Di 2021’ê de jin li her qadê di bin êrîşa mêr-dewlet-darazê de bûn û li dijî vê jinan sala xwe bi berxwedanê derbas kirin.
 
*Çalakiyên Nobeta Edeletê yên xizmên windayan li Amed û Wanê didomînin, bi serdanên piştevaniyê didomin. Di çalakiya Nobeta li Wanê de ji bo berdana girtiyan bang tê kirin û her wiha hat destnîşan kirin ku divê li dijî binpêkirina mafan tu kes bêdeng nemîne. BI DÎMEN 
 
*Li girtîgeha Sîncanê girtiya bi navê Sîbel Balaç bi armanca girtiyên nexweş bên berdan, darizandineke adîlane bê kirin û binpêkirinên mafan bi dawî bibe ket rojiya mirinê. Parêzera Sîbelê, Ceren Yilmaz got dosya ku Sîbel jê girtiye delîlên wê li holê tune ne û bang kir ku bila dengê muwekila wê bê bihîstin.  BI DÎMEN 
 
* Jinên ku doza Denîz Poyraz şopandin, bertek nîşanî helwesta darazê dan û gotin: "Em ê bi têkoşîna xwe ya aştî, azadî û wekheviyê Denîz Poyraz bidin jiyîn." BI DÎMEN