Derbarê Pervîn Buldan de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 08:47 30 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Serdozgeriya Îzmîrê bi hinceta Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di rûniştina Deniz Poyraz de heqaret li şandeya dadgehê kiriye derbarê Pervinê de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Di 17'ê Hezîranê de nîjadperest Onur Gencer êrişî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kiribû û Deniz Poyraz qetil kiribû. Rûniştina yekem a dozê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Îzmîrê hat dîtin.
 
Serdozgeriya Îzmîrê bi hinceta Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di rûniştina Deniz Poyraz de heqaret li şandeya dadgehê kiriye derbarê Pervinê de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Pervîn Buldan gotibû çi?
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li dijî helwesta nerm a serokê dadgehê ya li dijî bersûc Onur Gencer wiha gotibû:"Vî mêrî li Minbicê perwerde dît, ew kujer e. Ew ÎŞÎD e. Divê hûn li hember wî ewqas nerm tev negerin. Yê li hember we kujer e û li gor wê tev bigere."