Êrişa li hemberî HDP'ê li Şirnexê hat şermezarkirin

  • 14:40 29 Kanûn 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, êrişa li hemberî rêxistina Stenbolê bi daxuyaniyek şermezar kir.  Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tu êriş nikare me bide sekinandin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Rêxistiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî êrişa li hemberî Rêxistina HDP’ê ya navçeya Bahçelîevler a Stenbolê bi daxuyaniyek şermezarkirin. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hasan Ozguneş ve hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em her roj bi bûyerek xemgîn re dest bi rojê dikin. Kesek êrişê partiya me kir û rêveberên birîndar kir. Ev bûyer ne ji rêz e ye. Denîz Poyraz jî li Îzmîrê bi vê awayî hat qetilkirin. Di arîfeya doza Denîz Poyraz û bîranîna Roboskî de ev bûyera ku pêk hat ne tesadûfî ye û xwestin peyama ‘em ê we wisa qetil bikin’ bidin. 
 
Komkujiuya Roboskî de 34 welatiyên me yên ku hatin qetilkirin de ne bûyerek kesayetî ye. Li Pîrsûsê 33 hevalên me hatin qetilkirin, hêj di bîra me de ye. Me komkajiya Gar a Enqerê de 109 hevalên me yên hatin qetilkirin jî bîr nekir. Me li Zîlanê 15 hezar hevalên me yên hatin qetilkirin ji bîr nekir. Bûyera Dêrsîmê ji bîr nakin. Li Sîvasê ronakbîran, li Marasê ser sedî hevalên me yên hatin qetilkirin ji bîr nekir. Ji aliyê jîtemê ve 17 hezar 500 kesên ku hatin windakirin me ji bîr nekir û em ê nedin ji bîr kirin. 
 
Ev hemû wek zincîrekî li pey hevdû tên. Çima ev bûyer pêk tên. Bi van jî sînordar nabin, li Rojava jî gelê me tê qetilkirin. Ji ber tirs û dijminatiyê li dijî Gelê Kurd ev êrîş tên kirin.
 
Lê tu êriş wan nikaribe bide sekinandin. Heta ku li Tirkiyeyê azadî, aştî, wekhevî û demokrasî pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hevalên xwe yên şehît bi bîr tînin.”
 
Daxuyanî, bi dirûşmeyan bi dawî bû.