Li Tatwanê ji bo serbestberdana girtiyên nexweş bang

  • 11:52 29 Kanûn 2021
  • Rojane
 
BEDLÎS - Li Tatwanê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan û xwestin ku grtî demildest serbest bên berdan. Herwiha Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd jî demildest bê bidawîkirin.
 
Li navçeya Tatwanê ya Bedlîsê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan û endamên Meclisa Jinan a Bedlîsê tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta bi nivîsa, "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, em ê tecrîdê bişkînin jiyana azaza ava bikin" hat vekirin de dowîzên ku wêneyên girtiyên li girtîgehê di demên dawîn de jiyana xwe ji dest dan li ser hatin hilgirtin.
 
'Tecrîdê bi dawî bikin'
 
Saadest Çaçan a ku li ser navê Dayikên Aştiyê daxuyanî xwend, bal kişand ser rewşa girtiyên nexwş û xwest ku êdê bila bes kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin .Saadestê wiha berdewam kir, "Bila girtiyên me yên nexweş li girtîgehan serbest berdin. Em êdî naxwazin zarokên me di girtîgehan de bimirin.  Êdî bes e. Mafên girtiyan jî heye bila mafên wan bidin wan û tecrîdê bi dawî bikin.. Em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş serbest bên berdan û tecrîd bê bidawîkirin."
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.