Nobeda Sêmalka di roja 86'an de didome

  • 11:15 29 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobedê ya ku Meclîsa Malbatên Şehîdan li Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin di roja 86'an de berdewam dike. 
 
Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, cenaze nadin malbatên wan. 
  
Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG'iyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi nobedê kirine. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakiya nobedê ya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin di roja 86'an de berdewam dike. 
 
Tevahiya rojê ji bo çalakiya nobedê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye destpêkirin serdanên piştgiriyê tên kirin, ber bi deriyê sînor ve meşên girseyî tên lidarxistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin û nobedê digirin. Dayikan diyar kirin ku heta cenaze neyên wergirtin dê çalakiya xwe bidomînin.
 
Meşa ciwanên bi dirûşma “Werin cenga rûmetê” ji Qamişloyê dest pê kir û di 15'ê kanûnê de gihaşt dergeha Sêmalkayê. Ciwanên gihaştin Sêmalkayê bi êrişa hêzên PDK’ê ve rûbirû man. Hêzên PDK’ê li hemberî ciwanan gaz bi kar anî û gule berdan hewa. Di encama êrîşê de 2 jê giran 15 ciwan birîndar bibûn.
 
Roja 16’ê kanûnê hêzên PDK’ê deriyê sînor a Sêmalka û Deriyê Sînor ê El Welîd li ser Rojavayê Kurdistanê girt. Berpirsê Rêveberiya Giştî ya Deriyên Sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar kir PDK bêy ku sedemek yan jî agahdariyek bide, derî girtine. Bertek û nerazîbûnên li hemberî girtina deriyên sînor jî hêj didomin.
 
Her wiha PDK’ê ji bilî vê carê, îsal du carên din jî Deriyê Pêşxabûr yê aliyê Herêma Kurdistanê ji bo çûnûhatinê girt. Cara destpêkê di 3’yê sibatê de ji bo pênc rojan girt. Cara duyem jî di 22’yê hezîranê de derî hat girtin.