Navê kesê êriş bir ser HDP'ê diyar bû

  • 08:30 29 Kanûn 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Hat hînbûn ku kesê bi çek û kêran êriş biriye ser avahiya HDP'a Bahçelîevlerê Mûhammed Eren Sutçu ye. 
 
Navê ku kesê ku bi çek û kêran êriş bir ser avahiya HDP'a Bahçelîevler a Stenbolê û endamên partiyê Ramazan Dîşari û Azîz Şîmşek birîndar kir diyar bû. Hat hînbûn ku yê êriş biriya ser avahiya partiyê Muhammed Eren Sutçu ye. Muhammed ji Rîzeyê ye. 
 
Muhammed Sutçu piştî êrişê reviyabû û ketibû firinekê. Paşê polîsan ew ji cihê bûyerê girtibû û biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Hêj îfadeya êrişkar rnehatiye girtin.