Dayikên Aştiyê yên Wanê: Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan

  • 16:54 28 Kanûn 2021
  • Rojane
WAN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan daxuyaniyek dan û banga serbestberdana girtiyan kirin.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan li ber Navenda Kar a Perîhan Aydinê kom bûn daxuyaniyek dan çapemeniyê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk Gelan (HDP) a Wanê û endamên Komeleya Jinan a STAR'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tecrîdê em azadiyê li dijî mirinê jî em jiyanê diparêzin û bijî berxwedana zindanan" vekirin. Di daxuyaniya dayikan de dirûşmên wek “Bijî berxwedana zindanan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ye" hatin berzkirin. Li ser navê dayikan endama meclîsê Zekiye Kaya axivî. 
 
Zekiye Kaya, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Divê demildest girtî serbest bên berdan. Divê binpêkirina mafên girtiyan ji holê bê rakirin. Em tenê edalet, yekitî û xwişk û biratiyê dixwazin. Em dibêjin divê edalet bê Tirkiyeyê.Divê girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Em naxwazin li vî welatî kesek din jiyana xwe ji dest bide."
 
Dayika Mert Ekîncî yê ku li Gîrtîgeha Wanê ye Şevkî Ekîncî di axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên aştî û edaletê. Şevkî, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li vir carek din banga serbestberdana girtiyan û bi taybetî jî girtiyên nexweş dikin."
 
Daxuyaniya endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.