Leyla Guven ji bo 'Nobeta Edaletê' peyam şand

  • 15:35 28 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo xizmên girtiyan ên li Baroya Amedê 'Nobeta Edaletê' didomînin, nameya piştigiriyê şand. Leylayê di nameya xwe de da zanîn divê girtiyên nexweş bibin rojeva bingehîn û wiha got:"Em ji bo girtiyên nexweş têkevin nava piştevaniyê."
 
Ji bo girtiyên nexweş û yên înfazên wan tên betalkirin serbest bên berdan xizmên girtiyan li Baroya Amedê dest bi 'Nobeta Edaletê' kiribûn. Nobeta Edaletê di roja 43'yan de dewam dike. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersin Dag, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Rêxistina HDP'ê ya Yenişehirê, MED TUHAD-FED, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Keça Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Sabiha Temizkan û gelek kes çûn serdana piştevaniyê ya Nobeta Edaletê. 
 
Rêvebera MED TUHAD-FED'ê Sunay Aslan, nameya piştevaniyê ya Leyla Guven ji bo Nobeta Edaletê şandibû xwend. 
 
Dewamiya nameya Leyla Guven:
 
"Ji bo girtiyên nexweş û malbatên bi nirx;
 
Bi rêya parêzerên xwe em hîn bûn ku we li Amedê dest bi serhildanê kirine. Em vê nobeta ji bo girtiyên nexweş gelekî bi wate dibînin û em bejna xwe li ber vê serhildanê ditewînin. Daxwaza we daxwaza hemû gelê kurd e. Ev dewlet ji girtiyên nexweş ditirse. Ev îktidar dijminatiya gelê kurd dike. Ev îktidar kesên li hemberî wan digirî û poşman dibin dixwaze. Lê belê girtiyên di zindanan de tevî hemû zehmetiyan serî netewandin. Girtiyên di zindanan de dewsa merhametê bixwazin bi tabûtê ji zindanan derketin. Dê nifşên nû bi serhildana li girtîgehan serbilind bin.
 
Malbatên bi nirx;
 
Nobeta we daye destpêkirin bêguman girîng e. Lê têrê nake. Çimkî ev ne tenê pirsgirêka we ye. Meseleya girtiyên nexweş wîcdanê hevpar ê civakê ye. Loma divê hemû STK û DKO, partiyên siyasî, malbatên 10 hezar girtiyên polîtîk, gelê me yê bi nirx divê bi hev re li Nobeta Edaletê xwedî derkevin. Di şexsê malbatên dest bi nobeta edaletê kirine de ji hemû gelê me re rêzê digirim.
 
Leyla Guven
 
04.12.2021"