Li Amedê kesên li Roboskiyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

  • 14:00 28 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Bi minasebeta salvegera 10’emîn a Komkujiya Roboskîyê, Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê daxuyaniyek da û kesên li Roboskiyê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku kesên komkujî pêkanîne bila bên aşkerakirin û bên darizandin.
 
Li gundê Roboskiyê yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Artêşa Tirk bombe li şêniyên gund ên bazirganiya sînor dikirin barand û di encamê de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin. Bi minasebeta salvegera 10’emîn a Komkujiya Roboskîyê Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê li parka Roboskî ya navçeya Peyasa Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa“Roboskî nayê jibîrkirin” hate vekirin. 
 
Girseya tevli daxuyaniyê bû bê navber dirûşmên, “Wê roj were AKP hesabê bide gel”, “Roboskiyê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Wê ciwan ji kujeran hesab bipirsin” hatin berz kirin. 
 
‘Pêvajoyên hiqûqa navxweyî qedîyan e’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevkê Demê ya Platformê Hasan Hayrî Erol ve hate xwendin û wiha hat  gotin, “Binpêkirina mafan gava li hemberî kurdan be hemû rayedarên dewletê ji bo ku ser bûyerê were girtin dikevin nava hewldanê. Têkildarî komkujiyê rêze pêvajoyên hiqûqî û siyasî hatin meşandin, dosyaya lêpirsînê ji dozgeriya leşkerî re hat şandin. Mufetîş hatin tayînkirin, komîsyon hatin avakirin û mixabin weke her carê me dît ku  li Tirkiyê daraz tune ye.
 
Weke rêxistinên sivîl û parêzvanên mafên mirovan, em dixwazin balê bikşînin ser hêza çareseriyê ya ji bo eşkerekirina rastiyan û divê bi parşerojê her hevrûbûn bê kirin. Heta ku ev pêk neyên wê birînên mexdûran neyên pêçan. Di encamê de em ji rayedaran daxwaz dikin ku rastiya qetlîamê eşkere bikin, kujerên bûyer kirin bên eşkerekirin û bên darizandin û di zûtirîn dem de dawî li siyaseta bêcezakirinê bê anîn.”