Li Fransayê jin ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê wê derkevin qadan

  • 12:49 28 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê gelek rêxistinên jinan ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylamez, Fîdan Dogan wê derkevin qadan. Rêxistinên jinan banga tevlîbûnê kirin û gotin: "Em ê ji bo sê jinên kurd ên siyasetmedar li qadan daxwaza 'Heqîqet û Dadê' bikin."
 
Sê jinên kurd ên şoreşger, Sakîn Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez, ku 9'ê çile ya 2013'yan li Parîsê hatin qetilkirin. Li Fransayê gelek rêxistinên jinan di 8'ê çilê de ji bo bîranîna her sê şoreşgeran dê dakevin qadan. Rêxistinên jinan diyar kirin ew ê ji bo sê jinên kurd ên siyasetmedar li qadan daxwaza 'Heqîqet û Dadê'' bikin.
 
Çalakiya ku, bi pêşengiya Tevgera Jina Kurd a Fransayê (TJK-E), Koordînasyona Jinan a Netewî ya Fransayê ku gelek saziyên jinan di bin banê wê de hene, Meşa Cîhanî ya Jinan a Fransayê, Kolektîfa Heroîne, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û  Yekîtiya Sendîkayên Solîdaîresê pêk tê daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna meşên 8'ê çile ya li Parîsê û bajarên din bên kirin hat kirin. 
 
Rêxistinên jinan daxwaz û armancên çalakiyê bi van xalan diyar kirin:
 
* Bila hêzên li pişt komkujiya li Parîsê were diyarkirin, ev werin darizandin û mehkûmkirin.
 
* Bila hinceta xefkirinê ya 'raza dewletê' li ser agahî û belgeyên komkujiyê demildest were rakirin.
 
* Ji bo ku hikûmeta Fransiz û rayedar malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ên ku li Parîsê hatin qetilkirin qebûl bike û bi saziyên darazê yên ji dozê berpirs re bi rengekî zelal hevkariyê bike, em ê li qadan bin.
 
* Ji bo ku em nehêlin ku faşîzm bi pêş ve biçe, em bi hev re jiyan û azadiya jinan biparêzin.''
 
Rêxistinên jinan di şexsê Sakîne, Rojbîn û Ronahî de ji nûnera Dulcîe September a Efrîkaya Başûr bigirin heta bi Berta Caceres a Hondurasî û Marîelle Franco a Ajantî, hemû jinên ku bi destê pergala baviksalar, bi tundiya mêr, şer, terora dewletê, bi dagirkirin û operasyonan hatine qetilkirin b bîr anîn û gotin: ''Ji bo ku em dawî li kuştinên jinan bînin 8'ê çile em ê li qadan bin.''