TJA: Me Roboskî ji bîr nekir, em ji bîr nakin

  • 12:34 28 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - TJA'yê ya derbarê Komkujiya Roboskiyê de daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku têkildarî komkujiyê lêpirsîneke biçûk jî dest pê nekiriye û wiha got:"Sînorên sunî yên zihniyeta netew-dewletê ava kiriye mîna zîncîra li mafê statuya kurdan û jiyana azad a kurdan hatiye xistin e."
 
Li Gundê Roboskiyê yê girêdayî Qilebana Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de bi bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) 19 jê zarok 34 gundî hatin qetilkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî Komkujiya Roboskiyê daxuyaniya nivîskî da. 
 
TJA'yê di daxuyaniya xwe de ragihand ku komkujiya Roboskiyê berdewamiya polîtîkayên înkarê yên bi sedan salan e û got:"Sînorên sunî yên zihniyeta netew-dewletê ava kiriye mîna zîncîra li mafê statuya kurdan û jiyana azad a kurdan hatiye xistin e."
 
Di daxuyaniyê de hat gotin di serî de li girtîgehan li her aliyê civakê komkujî didome û hat diyarkirin bi rêbazên şer li Îzmîrê rêheval Deniz Poyraz hat qetilkirin û hat xwestin çavên jinên serî li hember polîtîkayên îmha û înkarê serî natewînin werin tirsandin. 
 
TJA'yê di daxuyaniya xwe de herî dawî diyar kir ku ew 34 kesên hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tîne, wan Roboskî ji bîr nekiriye û wê ji bîr nekin û got heta bersûc derkevin holê ew ê têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê bidomîne.