Akademîsyen Guneş Daşli: Divê dewlet sûcê ku kiriye qebûl bike

  • 09:03 28 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Akademîsyen Guneş Daşli ku derbarê Komkujiya Roboskî de nirxandin kir, diyar kir ku di vê dewlet sûcê xwe qebûl bike û rêxistinên civaka sivîl jî di rewşên înkarkirin dewletê de rola xwe bilîzin û van bûyerên xemgîn herdem bi bîra civakê bixin. 
 
Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê girêdayî Qilebana Şirnexê 34 kesên piraniya wan zarok bi balafirên şer ên dewleta tirk hatin qetilkirin. Piştî bûyerê rayedaran bi daxuyaniyeke ku got "qeza ye" xwestin ser komkujiyê bigirin û heta niha jî kesên ku bûn sedema vê komkujiyê nehatine aşkerakirin û darizandin. 
 
Ji bo komkûjî bê lêkolînkirin di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a li Meclîsê de Komîsyonek a Qilebanê hat avakirin. Di encama lêkolînê de endamên komîsyonê, dîmenên heronê bi dest xistin û di daxuyaniya dan de gotin, “Dîmen gelek zelal in, li ber çava ye ku ev kes çawa mirin e.” Lê vê  komîsyona Mafên Mirovan a li Meclisê jî bi veşartina rastiyan re ji parastina kiryaran wêdetir tu tişt nekir.
 
Di pêvajoya darazê ya têkildarî komkûjiyê de, piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2013’an de derbarê dosyeyê de biryara “neşopandinê” da, di sala 2016’an de 281 kesên ku xizmên wan li Roboskî hatin qetilkirin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’yê di 17’ê Gulana 2018’an de bi hinceta rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî nebûne serlêdan red kir.
 
Tevî ku 10 sal di ser komkûjiyê re derbas bûn jî di warê cezakirin û rûbirûbûnê de ti pêşeketin çênebûye. Derbarê mijarê de em bi peywirdar û hîndekara Navenda Lihevanînê ya Zanîngeha Jena ya Ewropayê Guneş Daşli re, li ser pêkanînên bêcezahiştinê yên derbarê Roboskî û rola civaka sivîl a di mijara rûbirûbûnê de axivîn.
 
*Li Roboskî di encama gûlebarana balafirên Artêşa Tirk de 34 kes ji Gundê Roboskî hatin qetilkirin û di ser komkujiyê re 10 sal derbas bûn. Bi taybetî jî di çarçoveya pêvajoyeke diyarkirî de, Roboskî weke xala destpêkê ya vegûherandina komkûjiyên di rêzê de tê dîtin. Wateya rûbirûbûna bi Komkûjiya Roboskî di vê demê de çi ye?
 
Komkûjiya Roboskî komkujiya demên dawîn ya dewleta tirk e. Di vê çarçoveyê de em li bendê ne ku dewlet berpirsyariyê bigire, rastiyan derxe holê û bi awayekî fermî tiştên qewimîne nas bike. Tevî delîl û şahidan jî derbarê kiryaran de doz nehat vekirin, berovajê wê kiryar hatin şofandin.  Ev jî ji bo malbatên Roboskiyê bû sedema bêhêvîbûneke mezin.  Dema ku komîsyon li Meclîsê hat avakirin, herkes li hêviya ku wê rastiyê derxîne holê bû, lê berevajî vê heqîqet ji nedîtî ve hat û rastî hat înkarkirin. Ji ber vê yekê em dikarin bi rehetî bibêjin ku li cihekî qanûn wekî rêbaza cezakirina mexdûran hatiye dîzaynkirin, pêşî li komkûjiyên nû hatiye vekirin. Ger pêkanîna edaletê ya li ser Komkûjiya Roboskî û naskirina komkûjiyê ji aliyê dewletê ve bi lêborîneke fermî pêk bihata, dê pêşî li gelek pêkanînên neyînî bihata girtin.
 
"Bi taybetî piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, daraz veguheriye mekanîzmayeke ku dewleta kûr tê şofandin. Rastî edaleta ku hatiye vê rewşê, birînên malbatan nû dike û hem jî tê wateya têkbirina rêgezên herî bingehîn ku civaka Tirkiyeyê li gel hev digirin."
 
*Lêgerîna maf a malbatên Roboskiyê ji aliyê dadgehan ve bi biryara bêşopandinê hat bersivandin. Dadgeriyê ji aşkerakirina kiryaran li aliyekî bihêle, bi pêkanînên xwe jî hêzê da kiryaran. Li ser vê yekê hûn dikarin çi bêjin?
 
Tişta ku Malbatên Roboskî jiyane mixabin bi tevahî nayê sererastkirin û êşeke gelek mezin e ku kesên wan ên jiyana xwe ji dest dane nayên vegerandin. Lê ger ku darazê sûcdar ceza bikira, dê malbat piçekî be jî edalet hîs bikira. Bi taybetî piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, daraz veguheriye mekanîzmayeke ku dewleta kûr tê şofandin. Rastî edaleta ku hatiye vê rewşê, hem tê wateya xwêkirina birînên malbatan û hem jî tê wateya têkbirina rêgezên herî bingehîn ku civaka Tirkiyeyê li gel hev digirin . Li cihê ku hiqûq lê ne serdest be û rûbirûbûn tune be em nikarin behsa aramiya civakê bikin. Her ku têkoşîna Malbatên Roboskî têkoşîna xwe berdewam dikin, dewleta tirk bêhetir dibe deyndarên wan. 
 
*Mirov dikare bêbêje ku Komkujiya Roboskê ya ku malbatên Roboskî di her firsendê de tînin ziman ji aliyê dewletê ve hatiye înkarkirin ?
 
Bê guman ger aliyekî înkarê ji aliyê darazê ve tê parastin, bîra dewletê li ser tiştên qewimî jî tê tinekirin. Bi astengkirina nobetên ji bo goran ên malbatan, Abîdeya Roboskî ya li Amedê ku ji aliyê qeyûm ve hat hilweşandin, dozên li hemberî ferdên malbatê yên hatine vekirin jî nîşaneya herî mezin e ku dewlet dixwaze vê komkujiyê bide jibîrkirin.
 
*Malbat gelek caran tînin ziman ku “edaleta neyê Roboskiyê, dê neyê tu cihî”. Ev di pratîkê de tê çi wateyê?
 
Weke em ji tecrûbeyên cihanê jî dizanin, her tecrûbeya giran a ku li ber çavan nayê girtin û edalet nayê peydakirin, tê wateya dubarekirina tundiya dewletê.  Divê pir eşkere bê gotin;dibe ku armanca dadmendiya veguhêz ne dadgehkirina hemû sûcdaran be ji ber ku komkujî li hemberî kurdan hatiye kirin û bi salan e pirsgirêka kurd a nayê çareserkirin berdewam dike.  Lê belê em armanc dikin ku peyameke xurt bidin civakê ji bo ku dubara tiştek wisa neyê jiyîn. Ji bo şikandina vê zincîrê, qetilkirina 34 welatiyên li Roboskî ku hê jî di bîra me de zindî ye, divê bê ronîkirin. Di rastiyê de kiryar ne veşartî ne û diyar in, bi taybetî ji bo malbatên Roboskî kiryar diyar in, lê ji bo vê jî divê dewlet sûcê ku kiriye qebûl bike. Dewleta ku di sedsala 21’emîn de komkûjiyeke bi vî rengî ya wêranker ronî nekiririye, em çawa jê parastina mafên mirovan hêvî bikin.
 
*Di vê çarçoveyê de civaka sivîl di vejandin û bibîrxistina bîrê de rolekê wê ya çawa heye?
 
Di rewşên ku dewlet bi zanebûn di nava înkarê de ye, civaka sivîl dikare roleke mezin bilîze ku bîra civakê zindî bihêle û destûrê nede bê jibîrkirin. Li dijî rejîma mêtinger a li Tirkiyê ku her tim hewl dide rastiyê berovajî bike, divê sûcdar neyên jibîrkirin, dîmenê wê demê neyê jibîrkirin û rêxistinên civaka sivîl van bi bîra civakê bixwe. Ya herî girîng jî divê em ji bîr nekin ku yên li wir hatin qetilkirin zarok, ciwanên xeyalên wan hebûn û kesên ku her yek çîrokeke wan hebû. Bi dîtina min hewldaneke bi vî rengî di bin rejîma zaliman de girîng e.