'Sala nû wê bibe sala serkeftin û tunekirina pergala desthilatdaran'

  • 09:02 28 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Bêrîvan Nalîn
 
KOBANÊ - Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl rewşa jinan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di sala 2021'ê de de nirxand. Mizgînê da zanîn ku li beramberî rewşa heyî û hişmendiya baviksalarî jinan têkoşîneke bêhempa dan meşandin û got:"Sala nû wê bibe sala serkeftin û tunekirina pergala desthilatdaran."
 
Di sala 2021'ê de gelek êrîş hatin kirin û bi xwe re gelek zirar jî anîn. Rewşa jinan a di kampan de jî ne durî êrîşan e. Rojane êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê dewam dikin. Gel tên topebarankirin. Ev jî bandorê li ser rewşa jin, zarok û xwazayê dike, bi xwe re kuştin, wêrankirin û xirabkirina xwazayê tîne. Jinên li navçeya Eyn Îsayê li beramberî êrîş û gefên heyî berxwedana xwe didomînin. Berxwedaneke bêhempa tê kirin. Di nava salekê de tundî li gelek jinan hat kirin, gelek ji wan jî hatin kuştin û hinekan jê dawî li jiyana xwe anîn. Ji bo vê jî di sala 2020'î de Kongreya Star hemleyek dabû destpêkirin. Ev hemle li beramberî tundiya heyî ji hemû cureyên tundiyê re bû bersiv. Her wiha perwerde ji jinan û mêran re hatin dayin û hîna jî perwerdeyên bi vî şêwayî berdewam in. Kongreya Star û hemû saziyên jinan di dawiya salê de civînên salane li dar xistin, di nava civînê de nîqaş û nirxandinên berfireh hatin kirin, li ser esasê ku bikaribin, li beramberî hişmendiyê guhertinekê bidin avakirin, hemû jin di nava liv û tevgerê de ye.
 
Di vê çarçoveyê de Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl ji ajansa me re axivî.
 
'Saleke têr û tijî derbas bû'
 
Mizgînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên jinan ên salakê û wiha got: "Di sala 2021'ê de gelek xebatên girîng û berfireh hatin meşandin, ji perwerdeyan bigire heta rêxistinkirina jinan a di nava civakê de. Di heman demê de perwerdeya mêran ji bo guhertina hişmendiya ku wek qalib hatiye bikaranîn bê guhertin baş e. Ev sal bi xebatên têr û tijî derbas bû, ruxmî şer û şewba vîrûsa koronayê, gavek ber bi serkeftinê ve hat avêtin. Bi şoreşa ku bi navê jinê tê pênasekirin, hişt ku jin gelek destkeftiyan bi dest bixin û van destkeftiyana biparêzin. Di sala 2021'ê de me wek jinên li herêmê karibû kêm zêde xebatek baş bi dest bixista. Ev jî ji bo hewldanên jin xwe pêş bixin û bi xwe re jinên ku hîna di bin bandora hişmendiyê de mane jî rizgar bikin, girîng bû. Hemû jinan para xwe ji vê şoreşê girtin û ji hemû kiryar û gefan re bûne bersiv. Di nava vê salê de me dest bi du hemleyan kir. Yek hemleya 'Dem dema azadiyê ye' û hemleya din a 'Bes e ji dagirkerî û qirkirinê re, dem dema parastina jin û civakê ye'. Her wiha di vê salê de li bajarok, navçe û herêmê kongre hatin lidarxistin. Her wiha yek ji komîteyên ku me di vê salê de zêde kirine, Komîteya Malî û Tenduristî bû. Li ser vê bingehê jî me komîteyên din jî bi rê ve birin û dest bi xebatên xwe kirin."
 
'Pergala me bi komîn û meclîsan dest pê dike'
 
Mizgînê di nava axaftina xwe de da zanîn ku ji nû ve komîn û meclîs hatin birêxistinkirin û wiha bi lêv kir: "Piştî ku me kongreya xwe li dar xist, yekser me dest bi rêxistinkirina Komîn Meclîsan kir, bi vê yekê me xwe gihand jinên Kobanê. Her wiha hişmendiya ku hîna li pêşberî jinan astengiyan derdixe pêş. Heta niha jî li pêşiya me ev astengî derdikeve û bi xwe re pirsgirêkan tîne. Êdî hemû jinan para xwe ji vê şoreşê girtiye û hewl dide ku xwe bigihêjîne azadiyê, ji ber ew bi çavên xwe dibînin ku heta niha jî hin jin hene di bin zext û koletiyê de dijîn. Dema ku jineke li beramberî pergala desthiladar an jî dîktatortiyê serî hilde û vê pergalê red bike, ew jin yekser dibe armanca êrîşan. Her tim desthiladarî dixwaze li ser vîn û hebûna jinan xwe bide avakirin û temenê xwe dirêj bike. Em hemû jinên herêma Firatê li ser esasê xeta azadiya jinê xebatên rêxistina jinan didin meşandin. Beriya van xebatên ku niha em didin meşandin, mîrasa bi hezaran jinên têkoşer û pêşeng hebûn. Ev wek Zîlan, Sema, Bêrîtan, Ronahî û hwd. ye"
 
'Jin bingeha civakê ye'
 
Mizgînê da zanîn jin bi saya têkoşînê li ser xeta azadiyê meşiyan û wiha pê de çû: "Di vê salê de gelek guhertin û veguhertin hatin çêkirin, êdî jin bi nêrîna xwe, bi rengê xwe dikarin li pêşberî gel an jî civakê biaxive. Bê ku li pêşberî wê tu astengî derkevin, êdî jin gihîştî astekê ku ew bi xwe rêvebertiya navenda hemû jinan bike. Her çiqas em bibêjin guhertin û veguhetin hatibin çêkirin jî li rex vê jî mêr heta niha jî jinê qebûl nake. Dixwaze tenê ew civakê bi rê ve bibe û desthiladariya xwe li ser jinan bide meşandin. Bi rêka panel an jî komxebatan em hewl didin hişmendiyê bidin guhertin. Xebatên ku herî zêde me bal kişand ser perwerdeya mêr û jinan, avakirina malbatên demokratîk bûn. Hemleyên ku me dabûn destpêkirin, bandoreke erênî li tevahî jinan kirin, gelek caran şande ji derveyî welat derbasî herêmên me bûn, bi derbasbûna van şandeyan re, gelek nîqaş li ser kar û xebatên me ango pergala me hatin kirin. Herî zêde projeyên ku derketin pêş li ser em dikarin çawa bikaribin vê pergalê li navendên xwe pêk bînin û di milê piratîk de û di hemû qadên jiyanê de bidin meşandin."
 
'Xebatên girîng û berfireh li qadê hatin meşandin'
 
Mizgînê diyar kir ku di sala nû de ew ê li beramberî hişmendî û êrîşên heyî destkeftiyên mezin bi dest bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di sala 2022'yan de em ê hewl bidin ku hişmendiya heyî ya jinê dide çewisandin bidin guhertin, li şûna wê jî hişmendiyeke azad, hevjiyaneke azad, bi wekhevî û edalet ava bikin. Her wiha di vê salê de gelek êrîş, gef û tundî li ser civakê hat. Bi taybet êriş û şerê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin heta vê kêliyê jî berdewam in. Herî zêde bandora şer li ser jinan hat meşandin, bi taybet jinên ku li beramberî van êrîşan an jî pergala desthiladar serî hildan, bûn armanca kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê. Her wiha rewşa jinên ereb jî ne dûrî ya pêkhateyên din e. Jina ereb jî berê bi çarşefên reş di nava sûkan de digeriyan, cihê xwe nikaribû di nava saziyan de bigirta. Lê îro jin di hemû sazî û dezgehan de cih digirin. Jin her bi koletiyê re rû bi rû re mane. Em bi hêviya ku ev şoreşa jinê ku tê naskirin bibe para her malekê ango para her jinekê û li beramberî êrîşên heyî jî em ê destkeftî û şoreşa jinê biparêzin."