ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 28 Kanûn 2021
  • Rojev
 
*Ayşe Encu ya ku di komkujiya Roboskî de şeş xizmên xwe winda kir wiha dibêje: “Êdî dilê me êşê ranake. Ev 10 sal in edalet pêk nehatiye. Mirinê li me kurdan rewa dibînin.” BI DÎMEN 
 
*Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl rewşa jinan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di sala 2021'ê de de nirxand. Mizgînê da zanîn ku li beramberî rewşa heyî û hişmendiya baviksalarî jinan têkoşîneke bêhempa dan meşandin û got:"Sala nû wê bibe sala serkeftin û tunekirina pergala desthilatdaran." DÎMEN HEYE
 
*Akademîsyen Guneş Daşli ku derbarê Komkujiya Roboskî de nirxandin kir, diyar kir ku di vê dewlet sûcê xwe qebûl bike û rêxistinên civaka sivîl jî di rewşên înkarkirin dewletê de rola xwe bilîzin û van bûyerên xemgîn herdem bi bîra civakê bixin. 
 
*Cigira Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê Gulnîhal Agirer, balkişand ser binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan zêde bûne û got: “Tiştên Garîbeyê jiyaye belkî jî qêrîna alîkariyê bûn. Dema me ev nûçe ewil xwendin, cînayetên jinan yên jêre dibêjin ji cihekî bilind de ket û întîxar kir, tê hişê mirovan.” BI DÎMEN 
 
*Li bajarên herêmê û Tirkiyeyê û seranserê sala 2021’ê jiyana zindiyan hedef hat girtin û bi destê mirovan xweza hat talankirin, parêzvanên mafê jiyanê jî ji bo xwedî li xwezayê derkevin li her derê li berxwe dan.BI DÎMEN 
 
*Gulfer Akkaya diyar kir ku yên ji doza Kobanê tên darizandin ne tenê HDP ye hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazinin û wiha got: “Ez elewî, kurd û jin im. Ji Komara Tirkiyeyê heta niha, pirsgirêka jinê jî pirsgirêka kurd jî pirsgirêka elewî jî nehat çareserkirin. Ya tê darizandin jî demokrasî ye.” DÎMEN HEYE
 
* Bi minasebeta 10'emîn bîranîna salvegera Komkujiya Roboskiyê, bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP'ê, Yêkîtiya Baroya Tirkiyê û EMEB ve li ser Goristana Şehîdan a Roboskiyê bîranîn pêk bê. (11.00) BI DÎMEN 
 
*