Li Şehbayê ji bo girtiyên zindanan jin herikîn qadan

  • 15:39 27 Kanûn 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê li dijî kiryarên dewleta tirk a li ser girtiyên zindanan li Şehbayê meşek li dar xist. 
 
Bi dirûşma "Bibin dengê zindanan" Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê li dijî kiryarên dewleta tirk ên li ser girtiyên zindanan ên ku di bin şert û mercên herî giran de li berxwe didin, meşek girseyî li navçeya Ehdasê ya Şehbayê meşek li dar xist. Şênî ji destpêka navçeya Ehdasê ber bi parka Ehdasê ve bi berzkirina dirûşman meşiyan. Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê, hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Di meşê de alên Rêxistina Kongreya Star, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, wêneyên girtiyên di zindanan de û wêneyên komkujiya Kobanê hatin hildan. Meş bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê li parka navçeya Ehdasê veguherî mîtîngê. 
 
'Me hêza xwe ji Kemal û Mezlûman girtiya'
 
Ji Kordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê, Gulê Mihemed axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên zindanan a xerab û wiha got: "Em silavên xwe ji hemû girtiyan û Rêber Apo re dişînin. Bi dirûşma 'Bibin dengê zindanan' me îro çalakiya xwe li dar xistiye. Dewleta tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrîşî gelê kurd dike, dixwaze dîsa gelê me bindest bike. Ji ber vê yekê jî di zindanan de bê sûc ceza li girtiyan tê birîn. Rewşa girtiyên me di zindanên Tirkiyeyê de gelek xirab e. Rewşa girtiyan a tendirustiyê ne baş e, lê dewleta tirk a dagirker wan derbasî nexweşxaneyê nake. Ji ber îşkenceyê girtiyên me di zindanên dewleta tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest didin. Dewleta tirk a dagirker asta mirovahiyê derbas kiriye. Her wiha tecrîda giran a li ser Rêberê me giran kiriye, dixwaze bi vê yekê Rêberê Apo ji me qut bike. Bila dewleta tirk a dagirker baş zanibe ku nikare Rêber Apo ji gel qut bike ji ber ku fikir û felsefeya Rêberê me di dil û mejiyê me de hatiye çandin. Em ranawestin ji ber ku me rihê berxwedana xwe ji Kemal, Mezlûm û Heqî girtiye."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.