Saziyên sivîl ji bo girtiyên nexweş daxuyanî dan

  • 15:25 27 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - STK'yîyan têkildarî girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê daxuyanî dan û ji bo çareseriyê bang kirin.
 
Saziyên Civaka Sîvîl têkildarî binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de diqewimin û girtiyên nexweş li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Miorvan a Amedê, Odeya Bijîşkên Diranan a  Amedê, Şaxa Pisporên Xizmeta Civakî ya Amedê, Odeya Beytaran a Herêma  Amedê, Komeleya Rosayê ya Jinan, Serkêşiya Derûnasên Mezopotamyayê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), TMMOB û KESK beşdarî daxuyanî bûn.
 
'Jimara zêde dibe sedema pirsgirêkan'
 
Daxuyanî ji aliyê seroka DTO'yê Elîf Turan ve hate xwendin. Elîfê got her ku diçe jimara girtiyan zêde dibe û ev jî dibe sedema zêdebûna binpêkirinên mafan. Elîfê wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê kapasîteya girtîgehan 220 hezar e. Li gorî daneyên ku Wezîrê Dadê di 31'ê Cotmeha 2021'ê parve kiriye, di girtîgehan de 294 hezar û 930 girtî hene."
 
'Bêhiqûqiya heyî kûrtir dibe'
 
Elîfê diyar kir ku yek ji cihên herî zêde binpêkirinên mafan lê zêde dibin girtîgeh in û wiha domand:"Di girtîgehan de îzolasyon heye. Têkiliya bi malbatan re tên astengkirin. Azadiya raman tune tê hesibandin. Şerd û mercên jiyanê, fîzîkî û tendirustiyê tên astengkirin. Rewşa tendirustiyê û betalkirina infaza girtiyên nexweş ên giran, dibe sedema zêdebûna mirinan. Ev jî bêhiqûqiya heyî kûrtir dike."
 
Elîfê, Garîbe Gezer, Abdulrezzak Şuyur, Halîl Guneş, Îlyas Demîr  û Bangîn Muhammed ên ku di encama îşkence û îstismarê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha axivî: "Girtiyên nexweşiya wan giran in di şert û mercên giran de, li cihên ne guncav tên hiştin. Ango li gor daneyên ÎHD'ê 604 girtiyên nexweş ên giran di nav de 1605 nexweş di girtîgehan de hene. Ji sala 2020'î heta niha jî 59 girtiyên nexweş jî jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî jî bi mirina 5 girtiyên din re jî ev jimar gihaşt 64'an. Girtiyên nexweş rûxmê hemû serlêdanan nayên berdan û înfazên wan tên betalkirin."
 
Elîfê herî dawî jî li dijî binpêkirinên mafan pêşniyariyên xwe anî ziman û dawî li daxuyaniyê anî.