Li Şehbayê li dijî êrişên li ser Kobanê daxuyanî hat dayin

  • 12:53 27 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê li dijî êrîşa li ser Kobanê daxuyanî dan.
 
Di 25'ê Kanûnê de dewleta tirk careke din êrîşî Kobanê kir û di encamê de komkujiyek dijmirovî pêk anî. Di encama êrîşan de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hedefgirtin. 5 kesî jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar in. Li dijî vê komkujiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan a herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û helwestên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê nîşan dan. Daxuyanî li Wargeha Serdemê ya navçeya Ehdasa kantona Şehbayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Êzîdiyan û Kongreya Star ên herêma Efrînê amade bûn. Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û pakrewan Nûjian Ocelan hatin hildan. Daxuyanî  ji aliyê endama ciwanan a herêma Efrînê Ferîde Hec Ebdo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Dewleta tirk a dagirker bi salane her êrîşî xaka Kurdistanê dike. Xweza, çand û welatê gelê Kurd di qirkirinê re derbas dike. Ev nêzî heşt meh hene li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedanek bêhemba li hember polîtîkeyên qirkirinê tê kirin. Vê berxwedanê dewleta tirk a dagirker anî asta binkeftinê. Dewleta tirk ji bo ku karibe têkçûyîna xwe veşêre êrîşî Rojava û Şengalê dike. Bi hedefgirtina gelê welatparêz xwest îradeya gel tune bikin lê bersiva milet jî her berxwedan e. Herî dawî jî dewleta tirk êrîşî Kobanê kir. Ev êrîş bi alîkariya hêzên navneteweyî pêk hat. Her miletê Kobanê ji bo parastina nirxên mirovahiyê bê teredut bi hezaran ciwanên xwe feda kir, lê niha li hember komkujiya ku li Kobanê pêk tên mirov bê deng in. Di encama êrîşên ku pêk hatine jî şehîd û birîndar hene. Ciwan pêşeroja civakê ne ji ber vê yekê ji bo hêza civakê bê şikandin ciwan hedef hatine girtin. Li hember êrîşên dagirkeiryê bersiva ciwanan her tim berxwedan û tolhildan bû. Em jî di şexsê Ş.Nûjiyan de ku di encama êrîşên li ser Kobanê şehîd bûye em pakrewanên Kobanê bi bîr tînin û soza tolhildanê didin. Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê careke din komkujiya Kobanê şermezar dikin. Banga me ji tevahî ciwanên azadîxwaz re heye ku rabin ser piyan, ji ber dem dema tolhildanê ye."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.
 

Etîketan:

kobanê