Hejmara welatiyên li Kobanê hatin qetilkirin derket 5’an
- 10:03 27 Kanûn 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê hejmara kesên ku di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dayî gihaşt 5'an.
Balafira bêmirov û biçek (SÎHA) a Arteşa Tirk di şeva 25'ê kanûnê de li Kobanê êrîş pêkanîbû, di encama êrîşê de 2 hemwelatî jiyana xwe ji dest dabûn û 7 kes jî birîndar bûbûn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê ragihand ku, hemwelatiyê ku di êrîşê de birîndar bibûn û li nexweşxanê dihatin dermankirin 3 ji wan ligel hemû mûdaxaleyên bijîşkan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî van agahiyan hejmara hemwelatiyên ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 5 kesan. 4 hemwelatiyên ku birîndarin jî li nexweşxanê tên dermankirin.
Navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane wihane; Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Menla Hisên.