Dayikên ku zarokên wan teslîmî OSO'yê hatine kirin: Bila zarokên me berdin

  • 09:05 27 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
WAN - Dayikên ku 128 roj in zarokên wan di destên OSO'yê de ne, diyar kirin ku hemû hewldanên wan bê encam mane û banga hestiyariyê kirin.
 
9 penaberên kurd ên ji bajarê Pave ya Kirmanşah a Îranê bi riyên qanûnî hatin Stenbolê di 22’yê Tebaxê de hatin binçavkirin û teslîmê Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO) hatin kirin û 128 roj in dîlgirtî ne. Mobîng Veledbeygî, Mesud Hayderî, Bahman Shadruvan, Siyaveş Paksereşt, Afşar Rustemî, Bahmen Şadravan, Hîdayet Ruxzadî, Saîd Ahmedî û Fardîn Dervîşpur ên hîna dîlgirtî ne, tevî hemû hewldanên malbatên wan nehatine berdan. Dayikên demek berê li ber seferatxaneya Tikr a Tehranê çalakî kirin, nehiştin bi tu rayedarekî re hevdîtinê bikin. Malbatan daxwazên xwe bi niviskî ragîhandin seferatxaneyê. 
 
Der barê cihên ku kesên dîlgirtî lê ne agahiyek nehatiye girtin û malbat dixwazin zarokên wan bên berdan.
 
Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu di 15’ê Kanûnê de der barê 9 penaberên kurd ku Tirkiyeyê teslîmê OSO’yê kiriye de pêşnûmepirs da serokatiya meclîsê.
 
‘Ez çiya bi çiya li zarokê xwe digerim’
 
Dayika Afşar Rustemî, Pervana Elîzade (63) da zanîn ku der barê ku zarokên wan çi jiyane de tu agahî negirtine, ji  jiyana wan bi fikar in û wiha vegot: “Em malbatên vir bi mehane ji zarokên xwe agahiyê nagirin. Dê û bavê kesekî dîl hatiye girtin çavên wan nabîne. Her kes bi êşek mezin li bendê zarokên xwe ne. Ji ber leşkerên OSO'yê di destên Esad de ye, beramberê zarokên me dixwazin leşkerên wan bên berdan. Gelek kesî got wê zarokên we bên berdan lê kes di soza xwe de nema. Ez dayikek im û canê min diêşe. Ez tenê dijîm û kesekî min tune ye. Ez çiya bi çiya digerim ku zarokê xwe bibînin. Hevjînê min 16 sal berê mir. Min bi keda xwe zarokên xwe mezin kirin. Ez hem bûm dê hem bûm bav. Lê wan îro zarokê min ji min girtin.”
 
‘Kes me muxatab nagire’
 
Pervanayê daxuyakirin ku serî li seferatxaneya Tirkiyeyê ya li Îranê dane lê tu encam negirtine û wiha dawî lê anî: “Me malbatan du rojan li wir nobet girt lê kesî bi me re hevdîtin nekir. Me çi jî kir kesî em muxatab negirtin. Yekane daxwaza min ev e;Bila saziyên mafê mirovan, rojnameger û hemû kes alîkariyê bidin me û zarokên me sax bidin me.”
 
‘Li mala me şîn heye’
 
Dayika Demavend Paksereşt, Nûkre Golamî (67) jî destnîşan kir ku 4 meh in ji zarokê xwe agahiyê nagire û wiha bertek nîşan da: “Em dibêjin belkî li Azez li gîrtîgehekê girtine. Lê niha di mijara ku rewşa wan çi ye û li ku ne de em  ne xwedî agahî ne. Hemû hewldanên me bên encam man. Ji roja zarokên me winda bûn heta niha şîn li mala me heye. Em ne dikarin tiştekî bixwin ne jî dikarin razên. Em dayik in û bêriya zarokên xwe dikin. Bêyî guneh zarokên me girtin. Yekane daxwaza me ev e ku zarokên me sax silamet bidin me.”