'Bi erêkirina dewletan şer tê kirin'

  • 09:01 27 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Bêrîvan Nalîn
 
KOBANÊ - Hevseroka PYD'ê ya navçeya Şêranê, Fatma Osman têkildarî gef û kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: "Kiryar û gefên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didome, di encama van gefan de bi sedan hemwelatiyên herêmê jiyana xwe ji dest dan û di milê aboriyê de jî gelek ziyan çêbûn. Her wiha bi erêkirina dewletan şer tê kirin."
 
Piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, dewleta tirk û komên girêdayî wê bê navber êrîşî navçeya Eyn Îsayê kirin. Dewleta tirk bi gef û êrîşên xwe gelê navçeyê di komkujiyan re derbas kir, herî zêde jin û zarokan di nava şer de zirar dîtin û jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk bi vê yekê sînordar nema, li gor çavkaniyên herêmî çekên qedexekirî bi kar anî. Navçe bi tanq, obîs, hawan û hwd. topbaran kir. Kampa Til Semenê yek ji kampên koçberên Girê Spî ye, dewleta tirk hemwelatiyên Girê Spî bi darê zorê da koçberkirin û niha jî wan topbaran dike. Bi van êrîşan re dixwaze metirsiyê têxe nava gelê herêmê û koçberiyek din bide destpêkirin. Qaşo hêza Rûsyayê hêzeke garantor e, lê belê li beramberî êrîş û gefên li ser herêmê Rûsya bê deng e, ev jî hevkariya wan dide diyarkirin. Mal û milkê şêniyan hatin dizîn û talankirin, zarok ji perwerdeyê bê par man, zarok ji dayik û bav sêwî man. Bi sedan zarok di hembêza dayikên xwe de hatin qetilkirin, di heman demê de zarok bi şerê derûnî rû bi rû dimîne. Di nava salekê de rêka M4, gundê Seyda, Dibis, xwaringeha Seqir, kampa Eyn Îsa û hwd. bi êrişan rû bi rû ma. 
 
Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê Fatma Osman ji ajansa mere axivî.
 
'Bi erêkirina dewletan şer tê kirin'
 
Fatmayê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku dewleta tirk û komên girêdayî wê bi erêkirina dewletên navneteweyî şerê me dikin û wiha got:"Dewletên navneteweyî li dijî pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şer dikin û dixwazin desthiladariya xwe li van herêman jî bidin meşandin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her pêkhate bi ziman, çand, al û hebûna xwe dijî. Gelê herêmê li ser yek armanc û daxwazê têkoşîn dikin, azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê dixwazin. Eger ev hemû pêk werin dê pergala desthiladaran têk biçe û pergala me bi ser bikeve. Ev ne cara yekemîn e û ne sala yekemîn e, dîroka Osmanî her kes dizane ku çi tê de heye û di wê dîrokê de çi hatiye kirin. Bi van gefan dîroka Osmanî vedigerînin. Dijminê kurdan ê bi salan e. Her ku kurdan serî hildane, dijmin ew qetil kirine, ji bo vê jî kurd heta roja îro jî serî li beramberî dîktatoran natewînin. Bi şerê leşkerî û bi şerê taybet, dewleta tirk hewl dide hilweşandinekê di nava civakê de bide avakirin. Ji bilî şerê leşkerî, bi balafirên bê mirov komkujî pêk anîn, di encamê de sivîl bûn hedef."
 
'Dewleta tirk gefan li Rêveberiya Xweser dide xwarin'
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku di hundirê Tirkiyê de tê hilweşandin û bi dawî kir: "Êdî hemû cîhan dizane ku dewleta tirk serkêşiya çeteyan dike, destpêkê bi navê cuda êrîş dikirin, lê di vê dawiyê de êdî rûyê dewleta tirk hat aşkerekirin ku bi destê wê ev şer tê kirin. Dewleta tirk terora çeteyên DAIŞ'ê perwerde dike û bi navê terorê êrîşî herêmê dike. Dewleta tirk her hewl dide ku tu derfetan li pêşiya şêniyên herêmê nehêle da ku gel li beramberî pergala heyî nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Her wiha gefan li pergala Rêveberiya Xweser dide xwarin. Bi vê hewldana xwe hemû rêbazên ku nayên qebûlkirin bi kar tîne. Li rex tevliheviyên di navbera pêkhateyan de dide avakirin, di heman demê de dixwaze sîxurtiyê li ser gel ferz bike û madeyên hişbirê di nav gel de belav bike. Navê Kobanê di cîhanê de deng vedaye, ji bo wê jî bi rêka şerê taybet vî navî dixwaze bide xirabkirin. Qutkirina ava çemê Firatê jî ne ji rêzê ye, nêzî saleke av hatiye qutkirin, ev yek jî dihêle ku gel li beramberî Rêveberiya Xweser aciz bibe. Tirkiye bi xwe di nava xwe de tengav bûye, wê tengavbûna xwe li herêmê belav dike. Banga min ji tevahî gelê kurd heye ku li her çar parçeyên Kurdistanê em êdî yekîtiya xwe ava bikin."