Piştî kongreyê li Amedê 11 kes hatin binçavkirin

  • 17:02 26 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê îro kongreya xwe ya 3'yemîn a Awarte li dar xist. Piştî kongreyê 11 kes hatin binçavkirin. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) îro li Amedê  3'yemîn a Awarte li dar xist. Piştî kongreyê 11 kes hatin binçavkirin. Polîsan dest xistin ser wesayit Rêxistina HDP'ê ya Yenişehirê ya Amedê.
 
Kesên hatine binçavkirin navên wan wiha ne: Hilal Ada, Husamettin Tanrikulu, Selahattin Sipek, Ferman Dar, Kamuran Kilgi, Azad Taş, Abdulkadir Atal, Baver Yardimci, Firat Aslan, Metin Sesigüzel, Bedirhan Akyildiz.
 
Hat hînbûn kesên hatine binçavkirin birine emniyetê.