Pêkhatina em bi hev re bi hêz in ji bo doza Denîz Poyraz bang kir

  • 16:39 26 Kanûn 2021
  • Rojane
 
DENÎZLÎ - Pêkhatina em bi hev re bi hêz in ji bo doza Denîz Poyraz daxuyanî da û banga beşdariyê kir. 
 
Di 17'ê Hezîranê de nîjadperest Onur Gencer li Îzmîrê êrişî avahiya HDP'ê kir û xebatkara HDP'ê Deniz Poyraz qetil kir. Dê rûniştina dozê di 29'ê Kanûnê de pêk bê. Bangên ji bo beşdariya rûniştinê dewam dikin. Pêkhatina em bi hev re bi hêz in li Parqa Candogan têkildarî dozê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo Deniz Poyraz edalet" hat vekirin û dirûşmên "Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî","Bijî piştevaniya jinê","Ji bo Deniz edalet ji bo her kesî edalet" hatin berzkirin. 
 
Li ser navê jinan Cevahir Kayar daxuyanî xwend. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin herî zêde jin di bin bandora zimanê nefretê dimînin û hat ragihandin ku dewlet mêran diparêze. 
 
Di daxuyaniyê de jinan diyar kirin ku dê di 29'ê Kanûnê roja çarşemê saet di 1000'an de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran dê rûniştin bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin. 
 
Daxuyanî bi dirûşman qediya.