Jinên DEDAŞ şermezar kirin îfade dan

  • 15:40 26 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Gundê Bafê yê girêdayî Hezexê jinan DEDAŞ şermezar kiribûn. Jinên DEDAŞ şermezar kirin îro îfade dan. Jinan diyar kirin ku pirsên mîna, "Çima zarokên we kevir avêtin?" ji wan hatine kirin.
 
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hinceta kontrolkirina sayacên li ser dîrek di 27'ê Mijdarê de çûbû Gundê Bafê yê Hezexa Şirnexê. Jinan DEDAŞ a ku xwest bi cendirmeyê têkevin gund asteng kiribûn û nehiştibûn têkevin gund. 
 
Piştre Qereqola Cendirmeyê ya Hezexê tebligat ji navnîşana jinan re şand û ji bo îfadeyê bang li wan kir. Jin îro çûn Qereqola Cendirmeyê ya Bafê û îfade dan.