'Nobeta Edaletê' di roja 18'an de ye: Em edaletê dixwazin
- 15:02 26 Kanûn 2021
- Rojane
WAN - 'Nobeta Edaletê' ya xizmên girtiyan ji bo nexweşên girtî û yên înfaza wan hatiye şewitandin dest pê kiribû di roja 18'an de ye.
'Nobeta Edaletê' ya xizmên girtiyan ji bo nexweşên girtî û yên înfaza wan hatiye şewitandin li Wanê dest pê kiribû di roja 18'an de ye.
Xizma girtiyan Dilşah Alkan a çalakiya li Konferansa Tahir Elçi ya Wanê didomîne wiha got:"Em dixwazin girtiyên nexweş bên tehliyekirin. Em naxwazin girtiyên nexweş di girtîgehan de bimirin. Em hemû malbatên girtiyên wan hene vedixwînin ku nobetê bigirin. Bes e êdî, ew ê heta kengî ev tişt wiha bidome, em edaletê dixwazin."