Li Edeneyê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin

  • 14:53 26 Kanûn 2021
  • Rojane
 
EDENE - Li Edeneyê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin. Dayikan xwestin girtiyên nexweş bên berdan.
 
Li Edeneyê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Navçeya Seyhanê ya Edeneyê hat dayîn û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Şemsê Bagdû, di daxuyaniyê de axivî û ragihand ku li Edeneyê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandin. Şemsê, da zanîn ku weke dayik ew naxwazin tu kes bimire û xwest ku girtiyên nexweş bên berdan. Sêvê Aslan jî got ku weke dayik ew aştiyê dixwazin û ji bo hatina aştiyê ew têdikoşin.