H. ya ku êrişa zayendî li keçên wê hat kirin: Dengê me bibihîsîn

  • 09:30 26 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Mêrê bi navê Mehmet K. bi salan e keçên xwe bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye. H.  têkildarî bûyerê axivî û destnîşan kir ku berî ku nehatine kuştin bila dengê wan were bihîstin. 
 
H. ya ku li Amedê dijî bi salan e ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî Mehmet K.  rastî tundîya sîstematîk hatiye. Derket holê ku di heman demê de keçên H. jî bi salan e rastî êrîşa zayendî ya Mehmet K. hatine. H. têkildarî bûyer û şîdetên ku jiyane ji ajansa me re axivî. 
 
‘Her roj bi awayekî cuda em rastî tundiya wî dihatin’
 
H. , diyar kir ku Mehmet K timî tundî li wan dikir, tiştekî herî biçûk jî dikir pirsgirêk. H. da xuyakirin ku şîdeta Mehmet K li wan dike gihaştiye asta îşkenceyê. H. got, "Rojek ku em rastî tundiyê neyên tune bû. Keçika min a biçûk qelew bû û çû lêxist, got tu pir dixwî. Dîsa, havîna borî, keça min a din bi koronayê ketibû, ji ber vê yekê min ew li odeyekê xist bin karantînayê. Keça min ji ber ku germ bû xwest klîmayê veke. Mehmet K. red kir, çû şartêla elektrîkê daxist xwarê û bi darê îşkence li keça min kir. Tişta dixwazim bibêjim, ez nizanim çi bibêjim an jî çi nebêjim. Her roj bi awayekî cuda tundî li me dikir.”
 
‘Hewil da ku keça min bikuje’
 
H. anî ziman ku wê li hemberî hemû şîdeta fîzîkî a kiriye sebir kiriye, lê belê piştî ku êrîşa zayendî ya li dijî keçên wê hatiye kirin bihîst tehemûla wê nemaye. H. wiha behsa bûyerê kir: “Mehmet K bi salan e keçên min bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye. Keçên min ji min re tiştek nedigotin ji ber ku ez nexweş bûm. Bijîşkan guman kir ku ez bi pençeşêra sîngê me. Ji ber vê yekê keçên min tiştek ji min re negotin. Lê keça min a biçûk jî vê dizane ji ber ku hemû hatine îstîsmarkirin. Her tim heqaret li Mehmet K dikir, lê min nekarî wate bidayê ew heqeratan. Min ji keçên xwe re tim digot ‘hûn çima tiştên wisa dibêjin’ lê dîsa jî ji min re tu tişt nedigotin. Rojekê keça min a navîn nekarî xwe li vê rabigire, lewma biryar da ku ji apê xwe re bêje. Dema keça min dest bi vegotinê kir, Mehmet K. destê keça min girt û bir odeyeke din û hewl da ku wê bikuje. Keça min ji odeyê reviya û yekser bi mamê xwe û min re baz da. Mehmet K. hat odeyê û got, 'Vê bidin min û ez ê wê bikujim yan jî wê hîn bêhtir her tiştî tevlihev bike'. Lê min bertek nîşan da û keça xwe ji destê wî rizgar kir.”
 
‘Malbata wî li hember vê yekê bêdeng man’
 
H. diyar kir ku dema keça wê dest bi vegotina rewşê kir Mehmet K ji malê derket û careke din nehat malê. H. bi lêv kir ku birayê Mehmet K. ê ku piştî bûyerên qewimîn şahidî jî kir diyar kir ku eger bûyer rast be ew ê vê rewşê qebûl nekin. H. axaftina xwe re wiha berdewam kir: "Keçên min hemû rewşên ku qewimîne ji min re gotin. Tevî ku apê wê her tişt bihîst û rastî dît jî, bi bêdengî ji malê çû. Min nedizanî ku keçên min bi salan e van tiştan derbas dikin. Belê, min bi salan li hemberî tundûtûjiyê sebir kir, lê dema min bihîst çi bi serê keçên min hat, matmayî mam û min ji wan re got ku ev zilam nikare di vê malê de bijî.”
 
'Ji bo ku dengê me bê bihîstin qey divê em bimirin?'
 
H.,destnîşan kir ku her çiqas Mehmet K ji malê derketibe jî  tundiya wî berdewam kir. H. , wiha axivî: “Mehmet K. ji malê derket, lê min nekarî ji wî rizgar bibim. Hema hema her roj tê hundir û li ber mala min gef û heqaretan li min û keçên min dike. Heta çend caran hewl da min bikuje jî. Bi kêrê birînên mezin di milê min de vekir. Dema ku ew van hemûyan dike, ez, keçên min û kurê min çûn Qerekola Huzur Evlerî û ji hev cuda gilî kirin, lê tu ceza lê nayê birîn. Ji ber ku dizane ceza nagire, her roj me aciz dike. Dema ez gilî dikim, delîlan ji min dixwazin. Ez çawa dikarim delîlan ji wan ra bînim? Gelo ji bo ku dengê me bibîhîsîn divê em bimirin? Em ditirsin ku ji malê derkevin. Em nikarin di nava aramiyê de ji malê jî derkevin. Bila cesareta ku ji mêran re hatiye dayîn bê sekinandin. Ji bo em hikûmetê, polîsan seferber bikin divê em çi bikin? Heya ku ew nekeve girtigehê ewlehiya canê me tune ye. Ji sazî û rêxistinên jinan banga piştgiriyê dikim.”
 
'Tevî serlêdanên sûc, biryara neşopandinê hate dayîn'
 
Gelek serlêdanên H. û zarokên wê bi neşopandinê bi encam bû. Di hewldana H. de ku dev ji giliyê xwe berneda, Serdozgeriya Amedê, derbarê Mehmet K. de îddîaname amade kir. Di gilînameyê de hat gotin, "Piştî bidawîbûna biryara ragirtinê ya heyî ya li hemberî gilîkar, ku hevsera fermî ya bi gumanbar re zewicî ye û ji ber kiryarên xwe yên cezayî çûye ber deriyê muwekîl û heqaret lê kiriye û gefa kuştinê lê hatiye xwarin." Û xwest ku ji ber her du sûcan bê cezakirin. Îdîaname ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran  a Amedê ve hat qebûlkirin û rûniştina yekem dê di 14'ê Nîsanê de pêk bê.
 
Her wiha derbarê Mehmet K . , de îdîanameya din a li dijî wî, ji bo şideta ku li kurê xwe kiriye hatiye amadekirin. Serdozgeriya Amedê ji ber tundiya fizîkî ya Mehmet K. li kurê xwe kiriye û "Tehdît" û "birîndarkirina hêsan" îdîaname amade kir. Îdianame ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û rûniştina yekem dê di 31ê Çileya 2022'yan de pêk bê.
 
H. xwest ku jin li wan xwedî derkevin û piştgiriyê bidin wan.