Fehîme Poyraz: Ez edaletê ji gel re dihêlim

  • 09:08 26 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Onur Gencer ê Denîz Poyraz qetil kir wê rojên pêş de derkeve pêşberî dadger. Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz di banga ku kir de got ew hemû kesî roja rûniştinê dipê edliyeyê û got ew edaletê ji gel re dihêlin.
 
Di 17’ê Hezîranê de mêrê bi navê Onur Gencer li hember HDP’a Îzmîrê êrîş pêk anî û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Piştî vê bertek mezin bûn. Lê çapemeniya alîgir kurd û HDP hedef nîşan dan û bûyer ji nedîtîve hatin. Piştî komkujiyê lêkolînên cihê bûyerê jî bi îdianameya hat amadekirin, hewl hat dayîn ku serê komkujiyê bigirin.
 
Piştî komkujiyê îdianameya hat amadekirin hat qebûlkirin û gumanbar Onur Gencer wê di 29’ê Kanûnê de derkeve pêşberî dadger.
Beriya rûniştinê dayika Denîzê, Fehime ji ajansa me re axivî.
 
‘Keseke polîtîk bû’
 
Fehîmeyê bi lêv kir ku Denîz kesek sosyal û xwîngerm bû û wiha got: “Dema hevjînê min girtî bû Denîz di temenê biçûk de li xwişk û birayên xwe mêze dikir. Wê demê ez jî dixebitîm.  Denîzê zarokatiya xwe nejiya. Jiyana wê wisa berdewam kir. Bavê wê ji girtîgehê derket. Denîz kesek polîtîk bû. Çi bikira bi serê xwe dikir. Ji cîranan hez dikir. Hevaltiya wê xweş bû. Gelek hestiyar  bû. Kes nedişikand.”
 
‘Denîz her tiştê min bû’
 
Fehîmeyê destnîşan kir ku Denîz bi zarokan re wek heval bûye û wiha berdewam kir: “Tu car zext nedikir. Xeyalên wê hebûn. Lê zû çû. Piştî Denîz çû ez xwe baş hîs nakim. Ez nîşanê zarokên xwe nadim. Ez davêjim dilê xwe. Cihê wê pir xuya dike. Dema li malê bûna taştê amade dikir. Xwarin çêdikir. Denîz her tiştê min bû. Dest û lingên min bû. Piştî Denîz hat qetilkirin ez bi dermanan li ser piyan mam. Em nebûna wê nikarin qebûl bikin. Wê rojekê dilê me neşikand. Denîz kesek baş bû, bê parastin bû, wê ev îşkence heq nekir.”
 
‘Îşkence li Denîzê kiribû’
 
Fehîmeyê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Gumanbar ji ber polîsan derbasî partiyê dibe û roja komkujiyê bi çenteyekî dikeve partiyê. Polis dibînin. Kujer 35 deqeyan li jor dimîne. Piştre guleyan direşîne deriyan. Li bedena bêcan a Denîzê îşkenceyê dike. Gumanbar ji bo gelek kesî bikuje dikeve avahiyê. Lê kesî nabîne û bi ser Denizê de hêrs dibe. Piştî Denîz hat qetilkirin mirovan piştgirî dan min. Ew gule li keça min tenê neket, li gel ket. Kezeba min dişewite. Akin Bîrdal kulîlk anî. Hat ser gora Denîzê.  Ji HDP’ê kes hatin. Ez kêfxweş bûm. Hestiyar bûm. Mala me vala namîne. Hestekî xweş e.”
 
‘Navê wê li 27 pitikan hat kirin’
 
Fehîmeyê destnîşan kir ku dema Denîz hatiye qetilkirin navê wê li 27 pitikan hatiye kirin û malbat niha wêneyên pitikan ji wan re dişînin û got Denîz çû lê gelek Denîz hatin dinê.
 
'Gumanbar ne nexweş e'
 
Fehîmeyê balkişand ser gumanbar û got ew dixwaze ku gumanbar cezayê giran bigire û wiha dawî lê anî: “Gumanbar ne nexweş e, ger nexweş bûna nikaribû biçe perwerdeyê bigire. Çûye Sûriyeyê,  yên ew bi rê ve birine hene. 23 caran li qereqolê geriyaye. Piştgirî danê.  Em dixwazin her tiştî vebêjin. Wê 40 kes qetil bikira. Bila hemû tiştî bêje. Em bang li parêzer û gel dikin bila piştgiriyê bidin me. Em edaletê ji gelê xwe re dihêlin.”