Leyla Kaplan a OHD’yî: Tecrîd dibe sedema mirinê

  • 09:06 26 Kanûn 2021
  • Rojane
 
WAN - Parêzera OHD’ê Leyla Kaplan der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de axivî û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Pêkanîneke divê berdewam neke ye.  Ya ku girtiyên nexweş ber bi mirinê dibe jî tecrîd e.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û binpêkirinên li girtîgehan jî roj bi roj zêde dibin. Li alilyê din jî girtiyên nexweşên giran rewşa wan her ku diçe giran dibe. Girtiyên nexweş ne tên dermankirin ne jî tên tahliyekirin. Di meha dawî de hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest dan bû 6 û wezareta dadê jî daxuyaniyek derbarê mijarê de neda.
 
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Leyla Kaplan der barê binpêkirinên mafan yên girtîgehan de axivî.
 
‘Daxwazên girtiyan nayên cih’
 
Leylayê da zanîn ku  mafê herî sereke yên kesekî jiyane û demên daweî de girtiyên nexweş bi guman jiyana xwe ji dest didin û ev tişt daxuyand: “Şert û mercên girtîgehan ji bo girtiyên nexweş ne dicih de ne. Daxwazên girtiyan yek nayên cih. Daxwaza sewqkirina nexweşxaneyan nayê kirin. Hinek girtî di hucra yek kesî de dimînin û dermanên xwe jî nikarin tenê bikar bînin. Nikarin tenê jiyana xwe bidomînin. Rêveberiya girtîgehan van ji nedîtîve tên. Demên dawî de gelek girtiyan jiyana xwe ji dest da û ji 2020’an heta niha bû 9 girtiyên nexweş jiyana xweji dest didin. Lê rayedar hewce bi tedbîr û pêşîgirtinekê nabînin.”
‘Ji berpirsyariyê direvin’
 
Leylayê destnîşan kir ku girtiyên jiyana xwe ji dest dane divê di statuya mirinên edlî bên nirxandin û sedema vê li girtîgehan ‘întîhar’ an jî ‘mirina biguman be jî’ wek mirinek normal tê nîşandan û rêveberiyên girtîgehan ji berpirsyariyê direvin. Leylayê  wiha berdewam kir: “Der barê girtiyên di hucreya yek kesî de jiyana xwe ji dest dane de lêpirsînek bi bandor nayê kirin. Bêyî malbat û parêzeran otopsiyê dikin. Li girtîgehan întîhar dibin. Lê  sedemên vê çi ne. Divê ev bê lêkolînkirin. Lê bi lez û bez defin dikin. Sedema vê jî eve ku ser bûyeran bigirin û ji berpirsyariyê birevin.”
 
‘Bi kêfî nayên berdan’
 
Leylayê balkişand ser pêkanînên kêfî yên li girtîgehan û diyar kir ku girtiyên divê bên tahliyekirin bi kêfî nayên berdan û ev ne hiqûqî ye . Leylayê got lêpirsînên dîsîplînê û her wiha ji ber girtî poşmaniyê qebûl nakin nayên berdan û pêvajoya hiqûqî ya girtiyên nayên tahliyekirin didome.
 
‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
 
Leylayê balkişand ser tecrîda li ser girtiyan û di vê mijarê de jî ev tişt bi lêv kir: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîda li Îmraliyê û li girtîgehên din girêdayê hevin. Divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn. Saziyên Civaka Sivîl, Baro, NY, Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê li dijî tecrîdê ne. Lê li herêmê mixabin beramberê vê tune ye. Tu aliyê hiqûqî yê tecrîdê tune ye.”
 
‘Rêveberiyê întîhar li Garîbeyê ferz kir’
 
Leylayê herî dawî wiha anî ziman: “Vedat Erkmen yê jiyana xwe ji dest da, bi dehan carî xwestiye biçe qawîşa xwe. Lê bi hinceta ewlehiyê birine qawîşa yek kesî. Em bêjin di vir de întîharek heye jî sedema wê teqez rêveberiya girtîgehê ye. Ji ber ku yekane sedema întîhar lê ferz kiriye ev e. Garîbe Gezer tenê ma û butona alîkariya lezgîn ji dewrê derxistibûn.  Ger întîharek hebe jî dîsa rêveberiya girtîgehê ev lê ferz kiriye. Ev hemû di encama polîtîka tecrîdê de pêk tên. Piranî girtî naxwazin biçin nexweşxanê. Ji ber tedbîrên Covîd-19 . Ji ber dema vedigerin di hucra yek kesî de dimînin. Jİ ber vê girtiyên nexweş yên giran jî naxwazin biçin nexweşxanê.”