Dayika Şervan, Leyla Encu: Her roj Roboskiyên nû tên jiyîn

  • 09:04 26 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Habîbe Eren
 
ŞIRNEX - Kurê Leyla Encu Şervan di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da. Leyla destnîşan kir ku diravên xwe dan gule û top bi ser kurdan de barandin û got: "Her roj Roboskiyên nû tên jiyîn. Ger edalet pêk bê dê pêşiya komkujiyên din jî bê girtin. Heta ku em saxbin em ê bibêjin divê AKP’ê bê darizandin. Em tu carî bêdeng nabin." 
 
10 sal beriya niha di 28’ê kanûna 2011’an de li ser xeta sînorê gundên Bêjûh û Roboskî ya navçeya Qileban a Şirnexê, 34 kes ji bo debara xwe bi rê ketin. 34 kes ji Herêma Federal a Kurdistanê ji xwe re mazot, çay, şekir, birinc dixwastin bînin. Lê danê êvarê 34 kesên ku sînor derbas kirin bûn hedefa balafirên şer ên Arteşa Tirk. Piranî zarok bûn hinek ji wan destên hevdu girtibûn û hinek jî bi tiliyên xwe nîşaneya serkeftinê kiribûn... Cenazeyên hinekan nedihatin nasî, bi cih û bergên wan hatin nasîn. Malbatên ku parçeyên bedenên zarokên xwe kom kirin, bi êşa xwe re man. Malbatan ji vê rojê heta îro dev jî têkoşîna edaletê bernedan. 
 
Malbatên ku li Roboskî ne, bi eslê xwe ji gundên Zêviyan in. Ji ber ferzkirina cerdevaniyê neçar man ku dev ji gundên xwe berdin. Dema valakirina gund malbat li gundê Bêjûh û Roboskî bi cih bûne. Gundî debara xwe bi rêya bazirganiya sînor dikir, ji ber ku li vir karek din tunebû. Lê di 28'ê kanûnê de bi hatina xebera bi êş jiyan bi tevahî guherî. Malbatên 34 kesan herikîn ber bi sînor ve...
 
Pêxas ber bi sînor ve bezî 
 
Leyla Encu yek ji wan dayikên ku bi hêviya dîtina kurê xwe yê ku gelekî jê hez dikir û digot “Wek hevalê min e” pêxas ber bi sînor ve bezî. Leyla beriya ku behsa wê rojê û têkoşîna edaletê bike, tîne ziman ku edaleta ku nehatiye Roboskî li Tirkiyê bûye sedema bi dehan komkujiyên din. Leyla bi bîr xist ku piştî Komkujiya Roboskî li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Pirsûs, Amed û gelek bajarên kurdan komkujî pêk hatin. Leyla, diyar dike ku her kengî komkujiyek pêk bê komkujiya Roboskî tê bîra wan, hêvî dike ku dîroka xirab a li ser kurdan hatiye ferzkirin bê guhertin.
 
‘Ji bo xwendina xwişk û birayên xwe diçû sînor' 
 
Dayika Şervan, Leyla anî ziman ku piştî zewiciye zarokên wê çênebûne û ji ber vê yekê gelek bajar û nexweşxaneyan geriyaye û got: “Piştî çend salên dinê kurê min Şervan çêbû. Dema Şervan hat dinê gelek kêfa me hat û em gelek kêfxweş bûn. Şervan zarokekî gelek baş û wêrek bû. Gelek hevalên xwe hez dikir. Wekî ku fermandarî hevalên xwe bû. Hevalên wî dihatin li ber derî li benda wî disekinîn heta ku ew diçû. Heta Şervan neçûya hevalên wî jî nediçûn. Her wiha zarokek gelek paqij bû. Sohbeta kurê min gelek xweş bû. Di pola 2'yem a lîsê de devjî dibistanê berda. Min nedixwest dev jî dibistanê berdê, ji ber ku di dersan de serkeftî bû. Ji bo Şervan karê ser sînor baştir bû. Lê min qet nedixwest ku biçe ser sînor. Lê Şervan ji min re got ‘Ez naxwînin, lê ez ê xwişk û birayên xwe bidim xwendin’. Xeyalên me hebûn me digot em ê wan pêk bînin. Ez û kurê xwe wek heval bûn.”
 
‘Min ji bo daweta wî 13 zêr kirî...' 
 
Leyla, diyar kir ku kurê wê dev ji dibistane berda û ji xwe re hêstirek kirî û wiha dom kir: “Dema diçû dixebitî pereyên xwe dida min. Ji ber ku kedek dida min ne dixwest ez perê wî xerç bikim. Min amadekariya daweta wî dikir. Min jê re 13 heb zêr kirî û veşart. Kêyfa min gelekî jê re dihat, ji ber ku debara xwe dikir û hewceyî kesekî din nedibû. Roja ku biçûya sînor min cil û bergên wî amade kir. Min xwarina wî amadekir..."
 
‘Tu kesî sax nehîştin’
 
Leyla, destnîşan kir ku ew biryar dabûn ku wê rojê neçin sînor û wiha behsa wê rojê kir: “Berê şeva komkujiye me bi hev re firavîn xwar û sohbetê kir. Kurê min Cemîl pitik bû, gelek wî hezdikir. Min ji zarokên xwe re digot ger tiştek Cemîl bê dê Şervan gelek dê eciz bibe. Roja ku ez biçim mala dayika xwe min xwest ez Cemîl jî bi xwe bibim lê Şervan nexwest. Min nizanibû ku dê Şervan wê rojê jî biçe sînor. Piştre ez hatim malê û min dît ku tu kes li malê tuneye. Piştre min keça xwe dît û pirsa Şervan kir. Keça min got çûye sînor. Min got dê ew ê îro neçûna, çima çûne. Keça min got ‘piştî ku tu ji mal derketî ew çû’. Êvar bû me xwarin xwar û çay vexwar û saet bû 20.00’ê evarê. Min got ez hinek bêhna xwe vedim heta Şervan tê, piştre ez ê alîkariya wî bikim. Hevjînê min derket derve û piştre carekedin hat hindir û ji min re got rabe. Hevjînê min got ‘hikûmetê çûye pêşiya zarokan girtiye. Em jî biçin li wir’. Piştî ku wisa got dest û nigên min lerizîn. Piştre ez çûm li cem jintiya xwe. Kurê wî Nevzat jî bi kurê min re çûbû. Min got ‘Nahide raste hikûmetê pêşiya wan girtiye’ û wê ji min re got ‘balafir ev demeke di ser wan de difirin û leşkeran pêşiya wan girtiye’ Piştre min jî berê xwe da sînor. Min dît ku balafir li ser wan difirin û piştre min kir qêr. Min got ‘Tu kesî sax nehîştin’. Di jiyana me de tu tiştekî wisa neqewimî bû.”
 
‘Zarokên me hatin qetilkirin' 
 
Leyla, bi lêv kir ku ew gelek ditirsiya ku dê rojekê leşker pêşiya wan bigire û qet nefikiriye ku dê rojekê bên qetilkirin û wiha bi lêv kir: "Min gelek caran ji Şervan re got li xwe baldar be ger ku leşker pêşiya we bigire dê ji te re bikin sûc. Dema min ew balafiran dît min kir hawar û min got yek kes nehîştin. Min nizanibû zarokên me hatine qetilkirin. Vê şevê gelek berf barîbû û tarî bû. Em dikin qêr û ber bi sînor ve banz didin. Em pêxas di nava berfê de diçûn. 
 
‘Êşa me wek roja ewilî ye' 
 
Leyla, bi bîr xist ku 10 sal di ser komkujiyê de derbas bû, hêj jî edalet pêk nehatiye û got: “Herî dawî min bi kurê xwe re firavîn xwaribû. Ev 10 sal di ser de derbasbû, êşa me wek heman rojê ye. Her roj berê me li televîzyonan e. Kesên ku zarokên me qetilkirin nehatin girtin û nehatin darizandin. 10 sal in çavên me li hatina edaletê ye."
 
‘Jiyana me ne wek berê ye' 
 
Leyla, da zanîn ku piştî komkujiyê jiyana wan êdî ne wek berê bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji xwe çend sal li vir dawet çênebûn. Wan salên dawiyê em dawetan dikin, lê belê dilê me dîsa jî bi êş ê. Dilê me dayikan gelek dişewite. Zarokên me ji bo debara xwe bikin diçûn sînor. Bi salane bav û kalên me jî vî karî kir. Çima 34 biçûkên me kuştin. Dewlet dibêje 'Bi xeletî çêbûye'. Di gulebarana yekem de komekê kuştin, di gulebarana duyem de jî koma ku di bin zinarê de xwe veşartibûn hatin kuştin. Wê demê ji wan 3 kes sax xilas bûn û behsa wê demê kiribûn. Vêca dibêjin xebera me jê nîne. Li hemberî Roboskî fermanek hat dayîn." 
 
'Divê AKP bê darizandin'
 
Leyla, got ku ew hemû zarok bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Diravên xwe dan gule û top bi ser me kurdan de barandin. Her roj Roboskiyên nû tên jiyîn. Ger edalet pêk bê dê pêşiya komkujiyên din jî bê girtin. Em kurd in û em ê tu carî bi kuştinê xilas nabin. Heta em hebin em ê li ber xwe bidin û em ê her tim daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Heta ku em saxbin em ê bibêjin ku divê AKP’ê bê darizandin. Bila tu kes nebêje ku xeletî çêbûye. Ev komkujî bi zanetî pêk hat. Em tu carî bêdeng nabin."