Ji jinên siyasetmedar ji bo Aysel Tugluk bang: Li gorî hiqûqê tev bigerin

  • 09:03 26 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Siyasetmedarên jin der barê Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Kandirayê girtiye û rewşa wê her diçe giran dibe, banga piştevaniyê kirin û gotin: “Divê em berê xwe bidin girtîgehan. Aysel Tugluk û girtiyên siyasî ne bi tenê ne.”
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe û zextên li ser wan didomin. Di du hefteyên dawî de sê girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ligel vê Garîbe Gezer, Vedat Erkmen û Îlyas Demîr jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Tevî hemû hewldanên parêzvanên mafê mirovan û raygiştî Wezareta Dadê û rayedar bêdengiya xwe didomînin. Li 30 şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li dijî vê rewşê  nobetên ‘Em jiyanê diparêzin’ pêk tên û 68 saziyên jinan jî ji bo dermankirina siyasetmedara kurd Aysel Tugluk banga tahliyeyê kirin.
 
Bervdeka Meclîsa Jinan a HDP’a Enqereyê Zeyno Bayramoglu, Berdevka Giştî ya Meclîsê Jinan a Sosyalîst Çîçek Otlu û Endama Ekmek û Gul Elîf Ekîn Saltik banga berdana Aysel Tugluk kirin.
 
‘Her roj cenazeyek dertê’
 
Zeyno Bayramoglu got ji metna hatiye nivîsîn li Tirkiyeyê 68 rêxistinên jinan îmze avêtiye û got ev gelek girîng e û got: “Ne tenê ji bo Aysel Tugluk ji bo hemû girtiyên nexweş girîng e. Em hatine rewşeke wisa ku her roj ji girtîgehan agahiyên mirinê tên. Her roj cenaze ji girtîgehan dertên. Ev rewşeke bi xof e. Li dijî vê rewşê me hewce dît ku em ji bo Aysel û girtiyên din deng derxînin. Hêvîdarim ku ev tenê bi vê metnê nemîne û berdewama wê bê.”
 
‘Cudakarî wê bi têkoşîna jinê bê şikandin’
 
Zeyno di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de kesên xwedî nasnameya kurd zêdetir zehmetiyan dikşînin û dema mijar dibin kurd di mijara zexta civakî de muxalefeta civakî zehmet tên gel hev û ev tişt bi lêv kir: “Ev rewş bi rastî mirovan xemgîndike. Di carekê de nabe belkî lê jin, rêxistin û têkoşîn jinan dikare li pêş vê bisekine û astengiyan bişkîne. Îmzeya 68 saziyên jinan dikare rê li ber vê vebike, hêviya min heye. Em ji rayedaran tiştekî an jî bila gunehê wan bi  me bê, napên. Em dipên ku bepirs destura bingehîn ya vî welatî pêk bînin û li gorî hiqûqê tevbigerin. Em daxwazin tiştekî bidin me. Min Aysel di 2015’an de em li Yuksel a Enqereyê jinan çalakî dikir. Du sê roj berê min Aysel ditibû. Min  jê xwest ku tevlî çalakiyê bibe. Wê demê dayika wê nexweş bû, her tim ligel wê bû. Lê ez neşikandim. Ligel me tevlî çalakiya rûniştinê bû. Piştî çalakiyê mirovan xwest pê re wêne bikşîne. Aysel mirovek gelek hestiyar bû. Çavên wê tije bûn. Vê gelek bandor li min kir. Piştre li girtîgehê dayika xwe winda kir. Tiştên wê demê hatin kirin bi rastî şerma herî mezin bû. Min tu car xwe evqas bêçare û nebaş hîs nekiribû.”
 
‘Aysel wê derkeve derve’
 
Zeyno di berdewamiyê de balkişand ser rapora Saziya Tipa Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê (ATK) ya ji bo Aysel Tugluk hatiye dayîn û dibêje ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî ATK’a Stenbolê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye û wiha dawî lê anî: “Hêviya min heye ku Aysel wê bê berdan û li derve dermankirina wê bê kirin. Em hêviya xwe winda nakin. Em ê ji bo vê hîn bêtir têbikoşin. Dengê me têrî qêrîna Garîbeyê nekir. Lê divê dengê me têrî qîrina Ayselê bike. Divê em bên gel hev û dengê xwe bilindtir bikin. Ji ber min ew nas kir ez gelek kêfxweşim û gelek jê hez dikim. Divê em xwedî li girtiyên nexweş derkevin.” 
 
‘Ev tolgirtina serkeftina HDP’ê ye’
 
Berdevka Giştî ya Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu jî destnîşan kir ku rejîma AKP’ê bi taybet ji bo jinên kurd û tevgera azadiya kurd cezayên giran dide û piştre jî hewl didin girtiyên siyasî ji girtîgehan dernekevin û wiha got: “30 sal ceza dan Ayşe Gokkan.  Şert û mercên girtîgehê û bi taybet jî tecrîda li wir  bandorek mezin li ser tenduristiya girtiyan dike. AKP divê demildest girtiyên nexweş berde. Aysel Tugluk di pêvajoyeke giran de derbas dibe. ATK’a Stenbolê bi polîtîka tolgirtinê ya rejîma AKP’ê tevdigere. Ev biryara ji bo Ayselê hatiye dayîn di heman demê de ji bo hemû tevgera jinên kurd hatiye dayîn. Ji ber vê divê ev metn bê îmzekirin.”
 
‘AKP tolê digire’
 
Çîçekê  bi lêv kir ku Aysel Tugluk jiyana xwe daye ser têkoşîna azadiyê  û ji ber vê îmzetkirina metnê gelek girîng e û wiha bertek nîşanê rewşê da: “Me bi Garîbe Gezer û jinên din re encamên tecrîda giran dîtin. Îdia dikin ku Veat Erkmen întîxar kirye. Lê ev qetilkirine.  Bi armanca em dengê girtiyan bidin bihistin me metn îmze kir. Polîtîka herî giran a li girtrîgehan tecrîde. Divê raygiştî li dijî vê bi hestiyar be. Wisa berdewam bike wê di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên polîtîk bên qetilkirin.  Em hewl didin ku dengê girtiyan bidin bihistin û girtiyên nexweş demildest bên berdan. Piştî serkeftina HDP’ê ya hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde AKP’ê bi girtina hevserokan tol girt û qeyûm tayînkir. Divê em nîşan bidin ku girtiyên polîtîk ne tenê ne.”
 
‘Nêzî 600 girtiyên nexweşê giran hene’
 
Endama Ekmek ve Gul Elîf Ekîn Saltik jî der barê mijarê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Girtiyên siyasî bi gelek binpêkirinên mafan re tên rû hev. Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Li girtîgehên Tirkiyeyê nêzî  hezar û 600 girtiyên nexweş hene û ji van jî 600 heb yên giranin. Em vê ji ser serlêdanan dizanin. Nexweşiya Aysel Tugluk jî giran bûye, tevlî bang û hemû raporan nayê berdan. Aysel ji 2016’an heta niha girtiye. Di cenazeya dayika wê de êrîşên nîjadperest pêk hatin. Biryara ATK’a Stenbolê biryarek siyasiye. Em vê rapora ATK’a Stenbolê qebûl nakin. Em dixwazin ku Aysel Tugluk demildest bê berdan. Her wiha divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em bang li hemû rayedaran dikin ku li gorî hiqûqê tevbigerin.”